6'ê Nîsana 1912'an: Rose Schneiderman ji bo mafê deng axivî

  • 09:01 6 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rose Schneiderman di 6'ê Nîsana 1882'yan de li nav malbateke yahûdî ya Polonyayî ji dayik bû. Roseya pêşenga sendîkaya karker bû di heman demê de femînîsta sosyalîst bû. 
 
Rose endama avaker a Yekîtiya Azadiya Sîvîl a Emerîkayê bû. Li Lijneya Şêwirmendiya Xebatê ya Wezareta Îdareya Neteweyî xebitî. Di mîtingeke ji bo mafê jinan a di 1912'yan de ev gotin bi lêv kir:"Jina kedkar mafê wê tenê ne hebûn e mafê jiyanê ye jî. Ji bo mafê deng piştigiriyê bidin." 
 
Di 1949'an de êdî dest bi nivîsandina bîranînên xwe dike. Di 1967'an de pirtûka  “All for One” çap dike. Heta 90 saliya xwe dijî. Di 11'ê Tebaxa 1972'yan de jiyana xwe ji dest dide. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
2018: Louise Pietrewicz dema li ABD'ê di sala 1966'an de winda bû 38 salî bû. Piştre hestiyên wê li mala hevalê wê yê mêr a li Long Island hat dîtin.