Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê

  • 16:41 30 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyanyên li Wan, Stenbol û Edeneyê de bangawaziya tev li bûna 1'ê Gulanê hate kirin û wiha hat gotin: "Sibê roja xurtkirina rêxistinbûna me ye."  
 
Di daxuyaniyên li Wan, Stenbol û Edeneyê hatine lidarxistin de bangawaziyên 1’ê Gulanê hatin kirin. 
 
Wan
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya ku dê sibê bi dirûşma “Ked a me ye, soz a me ye” li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter were lidarxistin, li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê daxuyanî da. Tevî rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, hevşaredara Bajara Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên Rêya Armûşê, Artemêtan û gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Ked a me ye, gotin a me, bijî 1'ê Gulanê” hate vekirin Daxuyaniyê Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê yê Wanê Mûrat Atabay xwend. Mûrat diyar kir ku Tirkiye di nav 10 welatên ku mafên kedkaran herî xirab de ye û da zanîn ku ew bi zextên giran mehkûmê jiyanekî astekî nebaş hatine kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê rojevek sereke ya 1’ê Gulanê ye. 1’ê Gulanê roja avakirina demokrasiya ku hatiye texrîbkirin e.” Mûrat piştî axaftina xwe banga tev li bûna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir. 
 
‘Em ê qadên 1'ê Gulanê tije bikin’
 
Piştre Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz axivî. Ahmet destnîşan kir ku ew ê di kursiya 1’ê Gulanê de kesên ku çavkaniyên welat ne ji kedkaran re; ji şer, alîgir û qesrê ve vediqetînin teşhîr bikin û wiha axivî: “Em îro pê bawer in ku dê hemû bêkar û gelê kedkar ê xizan maye, bi reng, stran û govendên xwe ve dê qadên 1’ê Gulanê tije bikin.” 
 
Xurtkirina têkoşînê
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt gotin: “Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li jiyan, azadî, aştî û demokrasiyê derkevin. Di serî de jin, em ê di 1’ê Gulanê de ji bo her kesê di qadên têkoşînê de werin ba hev. Bi taybetî jî em bang li jinên ciwanên ên ku bûne hedefa polîtîkayên şerê taybet, kesên ku keda wan tê xwarin û hemû kesên ku her roj keda wan tune têne hesibandin, dayikên li dijî tecrîdê têdikoşin dikin, sibê roja mezinkirina rêxistinbûnbûna me ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê li navenda bajar ji bo tevlîbûna mitînga sibê belavok hatin belavkirin. 
 
Stenbol
 
Sendîkaya Xebatkarên Weşangerî Çapemenî û Çapxaneyan (DÎSK Basin - Îş) ji bo bangewaziya 1’ê Gulanê bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyama, “Ji bo mafê xebatê yê bi peyman, bi temînat û bi sendîkayî, di 1’ê Gulanê de ber bi qadan ve”, “Ji bo azadiya rojnamegerên girtî em di korteja 1’ê Gulanê ya DÎSK Basin Îşê de tên ba hev” parve kir. Herwiha sendîkayê ji bo Stenbolê sibê di saeta 10.00’an de li Qada Saraçhaneyê; ji bo Mêrsînê jî li Stadyûma Tevfîk Gur a Kevn bangawaziya kombûnê kir.
 
Edene
 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Edeneyê û Odeya Bijîşkan a Edeneyê bi diruşma “Li dijî xizanî, bêtemînatî, mêtingerî û zextan, ji bo xurtkirina yekitî, têkoşîn, piştevaniyê û hêviyê ber bi 1’ê Gulanê ve” banga tev li bûna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir. Serokê şaxa SES’a Edeneyê Erol Eren di daxuyaniya li pêşiya Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê de axivî û wiha got: “Em ji bo soza xwe ya avakirina pêşeroj û cîhana kedê, wekheviyê, alîgirê azadiyê, demokrasiyê, aştiyê û laîktiyê dubare bikin û dê bi hemû kedkarên xwe yên aligirên aştî, wekhevî azadiyê ne re di 1’ê Gulanê de mil bi mil bin. Em tevahiya kedkarên tenduristî û xizmetên civakî, hemû gelê xwe yê ji saziyên tenduristî û xizmetên civakî de xizmetê digirin, di 1’ê Gulanê saeta 14.00’an de ji bo deng bidin dengê me vedixwînin Parka Aydin Kanza. Bijî Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşîna Kedkaran a Navneteweyî, Bijî 1 Gulan.” 
 
Li bajar pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Sendîkaya Cemaweriyê (KESK) Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan û Baroyê werin lidarxistin.  Pîrozbahî dê saet 15.00’an de li Pira Kasim Gulekê dest pê bike. Piştî meşê dê li Qada Ûgûr Mûmcû, mitîngek were lidarxistin.