Bultena Tecrîdê: Agahînegirtineke mutlak heye

  • 12:05 2 Gulan 2024
  • Rojane
AMED - Di hejmara 7’an a ‘Bultena Tecrîdê’ de ku OHD diweşîne bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîdê cih girt. 
 
Hejmara 7’emîn a “Bultena Tecrîdê” ku di 15 rojan carekê de ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve tê weşandin vê hefteyê jî hate weşandin. 
 
Di bultena ku bi armanca têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, civakê agahdar bike tê weşandin de hate bibîrxistin ku agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin tecrîda giran de tên ragirtin kete meha 38’emîn. 
 
Di bultenê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal û 2 meh û 18 roj in tecrîdek heye, 4 sal sal û mehek û 30 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 4  sal û 8 meh û 26 roj in parêzer nikarin hevdîtinê bikin û bal hate kişandin ku 2 sal û 13 meh û 7 roj in jî pêkanîna “agahînegirtina mutleq” heye. 
 
‘Tecrîd tê înkarkirin’ 
 
OHD’ê di bultenê de cih da bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya ku ji serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di 7’ê kanûna 2023’an de kirî. Di agahdarkirina ku bi serenavê “Wezareta Dadê tecrîd înkar kir” hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Ji aliyê midûriyetê ve hate îdiakirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke mûtleq nîne û girtî bi awayekî wekhev ji hemû mafên xwe yên bi qanûn û rêzikan hatine dayîn sûdê werdigirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji Wezareta Dadê re ev bang kir ‘herî dawî kengî hevdîtin hate kirin’.”
 
Veysî Aktaş nehat berdan 
 
Di bultenê de bal kişandin ser rewşa Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û berdana wî salekê hatiye taloqkirin. Di agahdarkirina bi serenavê “Berdana Veysî Aktaş hate taloqkirin” hate dayîn de hate diyarkirin ku Veysî ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin li gorî mudetnameya beriya niha Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê amadekirî diviyabû di 28’ê nîsana 2024’an de hatibûya berdan lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî salekê hatiye taloqkirin. Di bultenê de hate destnîşankirin ku biryara li dijî qanûn û hiqûqê ye û wiha hate gotin: “Ev biryara ku tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş nedan parêzerên wî.”
 
Daxuyaniya CPT'ê
 
OHD’ê di bultenê de cih da çalakiya bi daxwaza “azadiya Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” ji aliyê girtiyên siyasî ve tê meşandin. Di rûpela duyemîn a bultenê de ji bilî çalakiya “boykotê” ya li girtîgehan berdewam dike, daxuyaniyên ji aliyê Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) Alan Mîtchel ve hatine dayîn ku komîteyê di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kiriye, rapor amadekirî ye lê bi pejirandina Tirkiyeye dikare bê weşandin jî cih girtin. 
 
Yek ji beşdarên konferansa di 11’ê nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin, ji parêzerên Baroya Parîsê Jûan Prosper, li ser asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê û nêzîkatiyên CPT’yê yên li dijî tecrîda navborî nirxandinên xwe kir.