Derbarê Leyla Zana de ceza hat xwestin

  • 16:03 2 Gulan 2024
  • Hiqûq
ENQERE - Di doza derbarê Leyla Zana hatiye vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hat xwestin. 
 
Danişîna 4’emîn a doza derbarê siyasetmedara kurd Leyla Zana de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Leyla bi parêzerê xwe re ji Edliyeya Farqînê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.
  
Ji ber 4 axaftin û 3 parvekirinên Leylayê yên medyaya dîjîtal ên di dema xebatên hilbijartinê yên salên 2014-15’an de derbarê wê de doz hatibû vekirin û dozger di danişîna beriya niha de ji sûcê “propagandaya rêxistinê” doz vekiribû. Lê pişt re dozger diyar kir ku şertên “endamtiya rêxistinê” yên Dadgeha Bilind pêk hatine û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Leylayê bê birîn. 
 
Dozger di vê danişînê de mutalaya xwe ya beriya niha dubara kir. Parêzerê Leylayê Îbrahîm Çelîker jî li dijî mutalayê daxwaza demê kir. 
 
Dadgehê daxwaza Leyla û parêzerê wê qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê tîrmehê kir.