Li Bursayê operasyona binçavkirinê

  • 19:19 2 Gulan 2024
  • Rojane
BURSA - Li Bursayê di serdegirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpisîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bursayê meşandiye de saetên sibehê de bi awayekî hevdem bi ser gelek navnîşanê de hat girtin. Sabîha Toktaş, Salîha Toktaş, Nesîba Akan, Yusuf Yagiz, Mahmut Yildirim, Sadiye Çelîk, Nurcan Apakan, Elîf Karatekîn, Mazlum Aymaz, Emîne Borne, Yusuf Vural û kesên navê wan nehat zanîn ji 20’î zêdetir kes hatin binçavkirin. 
 
Hat hînbûn ku kesên bi îdiaya ‘propaganda rêxitsinê kirine’ birin Midûriyeta Bursayê, kirariyên îfadeyên wan didomin.