Garîp Yeşîl: Wê gelê Curnê Reş ji nûve bi ser keve

  • 09:03 2 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
 
RIHA - Namzeta DEM Partiyê ya hevşardariya Curnê Reş Garîp Yeşîl ku wê di 2’yê Hezîranê de dîsa biçin hilbijartinan axivî û got: “45 sal berê tevî feodalîzmê, îradeya şaredariyê ya pêşengiya jinan hatibû girtin em ê xwe ji xwe re wek mîrate bigirin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan şûnde li navçeya Curnê Reş a Rihayê bi ser ket. Lê li ser îtîraza AKP’ê bi biryara YSK’ê wê di 2’yê hezîranê de dîsa hilbijartin bên kirin. Şeva hilbijartinê nav de namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik jî hebû komeke 50 kesî ya AKP’ê Navenda Ciwanan û derdora wê da ber agir. Piştre gel daket kolanan û xwedî li îradeya xwe derket. Gel wê ji nûve di 2’yê Hezîranê de biçe ser sindoqan û biryara xwe bide. Namzeta DEM Partiyê ya hevşaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl der barê projeyên xwe  û tiştên hatine jiyîn de axivî.
 
‘Em ê ewrên reş ên li ser jinan rakin’
 
Garîpê da zanîn ku ji 2014’an de ye di xebatên partiyên siyasî de cih digire û çavdêriyên xwe yên hilbijartinê yên di alî jinan de parve kir. Garîpê wiha anî ziman: “Me xebatên xwe bi gel, jin û ciwanan re meşand. Di vê pêvajoyê de mixabin di nokteya jinan de şûndeketinek hebû û mêr gavekê li pêş bûn. Ji ber vê ev jî nêzîkatiya feodal a li hember jinan nîşan dide. Jin di nav çar dîwaran de û nikarin xwe îfade bikin nikarin bibin xwedî gotin. Em dixwazin jin ji nav çar dîwaran derkevin bibin xwedî gotin. Em dixwazin ewrên reş ên li ser jinan rakin.”
 
‘Em şopdarê mîrateyê ne’
 
Garîpê her wiha daxuyakirin ku tevî hemû zext û zordariyan bi berxwedana xwe mîrateya jinên derketina plana pêş didomînin û wiha anî ziman: “Di 78’an de ku feodalîzm derketibû asta herî jor, me bi pêşengiya sê hevalên jin şaredarî girtibûn. Em îro wê mîrateyê bi hezaran re tînin gel hev. Bi hezaran hevalên me yên dixebitin hene. Biryarên xwe dikarin bigirin û dikarin biaxivin. Hewldana me jî ev e ku em xwedî li vê mîrateyê derkevin. Curnê Reş di dîroka partiyê de xwedî cîhekî girîng e. Piştî 45 salan şûnde gel berê xwe da me. Gel bi salan hat binpêkirin. Tu xizmet nehat kirin. Bi taybet jî di alî jinan de. Gel êdî dizane ku xilasbûn û çareserî bi DEM Partiyê re ye. Gel wê êdî koçî metropolan nekin wê wek karkerên demsalî neçin cihekî din.”
 
‘Em dixwazin bikin navçeyek mînak’
 
Garîpê da zanîn ew dixwazin bibin navçeyek mînak û wiha dawî lê anî: “Di rewşa em biserkevin em ê projeyên xwe bikin meriyetê. Em ê ji bo jinan derfetên kar, koperatîfan, qursan, bazarên jinan ava bikin. Wê jin debara xwe bi xwe bikin. Em ê li gorî hewcedariyên gel xebatan bimeşînin. Em ê tax bi tax bi gelê xwe re rûnin û xebatên xwe bimeşînin. Ji bo kal û pîr, ciwanên me projeyên me hene. Dema me şaredarî girt em ê hemûyan bikin meriyetê. Em dixwazin Curnê Reş bikin navçeyek mînak. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku wê rojê biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.”