Li welatên Asyayê bandora El Nîno:Bi mîlyonan kes di bin rîskê de ne

  • 18:31 26 Nîsan 2024
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Fîlîpîn, Bangladeş, Tayland û Hîndistanê ji ber pêla hewaya germ bi mîlyonan mîrov bi bandor dibin. Li gelek gelek welatan dibistan hatin giritn û ji ber klîmayan ceyran zêde tê bikaranîn.
 
Welatên li Asla Û Başûrê Asyayê, ji ber bûyera hewayê ya El Nîno ji german rojên zehmet dijîn. Li Fîlîpîn, Tayland, Bangladeş û Hîndîsanê bi mîyonan kes bi neyînî bandor dibin û faliyetên perwerde û jiyana rojane bi awayekî girîng asteng dibe.
 
Fîlîpîn: Germahî zêde dibe
 
Li Fîlîpînê li 82 herêmên welat hişkesalî tê jiyîn û 31 herêm di bin rîskê d eye. NY hişyariya wê hilberîn bikevin dike û di serî de paytext Manila û gelek bajarên din dibistan derbasî perwerda ji dûr ve bûne.
 
Tayland: bikaranîna klîmayê zêde bû û windahiyên can
 
Li Taylandê nav salê de ji ber germahiyê 30 kesî jiyan axwe ji dest da. Bikaranîna klîmayê zêde bû û li Bangkokê germahî gihişt 40.1 dereceyî. Germahiya tê hîskirin jî 52 dereceye.
 
Bangladeş: Dibistan hatin girtin
 
Li Bangladeşê germahî heta 42 dereceyî zêde bû. Dibistan ji bo demekê hatin girtin.
 
Hîndîstan: hilbijartin û bandora hewaya germ
 
Li Hîndîstanê germahî her diçe bi bandor dibe. Ev bandorê li sre hilbijartinên 6 hefteyî didomin jî dike.