Wê maça Amedsporê bi ekranên mezin bê temaşekirin

  • 13:43 11 Nîsan 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew ê maça Amedsporê ya bi Kastamonuspor re ya 14'ê Nîsanê li du nokteyên cuda yên bajêr li ser ekranên mezin biweşîne. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku temaşevanên futbolê maça "Kastamonuspor-Amedspor"ê bi awayekî zindî temaşe bikin, dê li du nokteyên cuda yên bajêr ekraneke mezin saz bike.
 
Amedspora ku ji bo şampiyoniya Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) têdikoşe, 14ê Nîsanê roja yekşemê dê mêvandariya hevrika xwe ya duyemîn Kastamonusporê bike.
 
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li Amedê, temaşekirina maça Amedsporê û Kastamonusporê ya li derve, dê li 2 nokteyên cuda yên bajêr ekranên qerase deyne.
 
Temaşevanên futbolê dê li ser ekranên mezin ên ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li Meydana Bajêr û Park Ormanê bên danîn, bê navber bi zindî maç temaşe bikin.
 
Maç dê 14'ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 15.00an de li Stada Kastamonu Gazî bê lidarxistin.
 
Ev pêşbirk ji bo her du tîmên ku bona Lîga 1'emîn têdikoşin da ku sezonê wekî şampiyon temam bikin girîng e.
 
Di Koma Sor de Amedspor bi 74 puanan di rêza yekem de ye, hevrika wê Kastamonuspor jî bi 71 puanan di rêza duyemîn de ye.
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Hatun Dogan ji bo futbolvan û tîma teknîkî ya Amedsporê ku dê nûnertiya bajarê me bikin, serkeftin xwestin.