'Xizmeta bi zimanê dayikê ya di tendirustiyê de mafek e'

  • 14:37 20 Sibat 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Platforma Tendirustiyê ya Amedê daxuyanî day. Di daxuyaniyê de hat gotin;"Xizmeta bi zimanê dayikê ya di tendirustiyê de mafek e."
 
Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Platforma Tendirustiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyubî ya Amedê daxuyanî day. Di daxuyaniyê de pankarta "Tenduristîya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye" hat vekirin. Lolîpopên “Bê ziman tenduristî nabê” hatin hilgirtin. Gelek sazî tevli daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de qala mafê zimanê dayikê yê di tendirustiyê de hat kirin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Wekî ku tê zanîn bi armanca xurtkirina feraseta pirzimanî, pirçandî û li hev hatina navneteweyî UNESCOyê ji sala 1999an vir ve 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirandiye. Ziman bi tenê ne amûra derbirînê ye di heman demê de naverok û wateya peyvê jî diyar dike. Gel bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya çandî li ser piyan digirin û pêş ve dibin. Her wiha mirov jî bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya takekesî rave dikin û hest û ramanên xwe tînin zimên. Ziman rasterast bandorê li ser çawanî û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike. Hevfêmkirina di pêwendiya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de bandoreke mezin li ser çawanî û encamên xizmeta tenduristiyê dike. 
 
Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ji bona xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn. Mixabin li Tirkiyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin. Zimanê tirkî li ser hemû kesan hatiye ferzkirin û rê li ber bikaranîna zimanên dîtir girtiye. Gava em peywira xwe tînin cih tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cudatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bona anamnezeke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bê danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. 
 
Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye) bipeyîve. Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkiliya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û kulên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bona gelek xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî hilde tu hincet navê. (Herçiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna Tirkiyê li ber çavan were girtin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn. Di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin. Wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê em xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibîne. "