Jinên DEM Partiyî bi kampanyayê dest bi dema nû dikin!

  • 09:02 29 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu xeta polîtîk a pêvajoya nû nirxand û got peyam û berpirsyariya gel di hilbijartinên herêmî de girtine ser milên xwe û wê nexşerêya xwe amade bikin. Halîdeyê wiha got: “Kampanyaya me; kampanyaya rêxistinbûn, hişmendiya îdeolojîk, perwerde û çalakiyan e.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, der barê pêvajoya hilbijrtinê û kampanyaya ku wê di rojên pêş de bidin destpêkirin de nirxandin kir.
 
‘Bersiva gel zelal bû’
 
Halîdeyê da zanîn ku encamên hilbijartinê di serî de ji bo jinan û hemû civakê nîşaneya dema nû ne û wiha got: “AKP-MHP’ê li gelek deveran winda kir. Li Kurdistanê polîtîkaya qeyûm bidawî bû. Me faşîzm şûnde xist. AKP bû partiya duyemîn. DEM Partiyê 78 şaredarî bi dest xistin. Gel bersivek girîng da qeyûman. Ev berxwedan berxwedana jin, ciwan û gelan e. 
 
‘Berxwedana Wanê ji bo hikûmetê bersiv bû’
 
Halîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo şûndexistina faşîzma li Tirkiyeyê, di mijara naskirina îradeya gel de piştevanî çêbû. Bi saya berxwedana gelê Wanê hêzên demokrasiyê piştevanî av akir û desthilatdarî neçar ma dest ji polîtîkayên xwe berde. Berxwedana gelê Wanê ji bo hikûmetê bersivek girîng bû. Divê hikûmet ji vê rewşê dersan derbixe. Li hember berxwedana Wanê û peyama ji bo qeyûman hatiye dayîn siyaseta demokratîk ev peyam û berpirsyarî qebûl kirine. Divê AKP, MHP û partiyên din yên siyasî van peyam û berpirsyariyan qebûl bikin. Moral û motîvaasyona ku muxalefetê ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê girtiye ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û Kurdan girîngiya siyaseta demokratîk derdixe holê.”
 
‘Nexşerêya hilbijartinê nîşan da ku gel li ku ye’
 
Halîdeyê bi lêv kir ku DEM Partiyê di hilbijartinan de destkeftiyek girîng bi dest xistiye û wiha pê de çû: “Ev serkeftina DEM Partiyê li Kurdistanê bi destxistiye ne tenê ji bo partiyê ji bo hemû siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê û avakirina komara demokratîk, divê wek hêvî û pêşketinekê bê dîtin. Kevneşopiya têkoşîna me, zayendperestî, yekparêzî û netewperestiyê qebûl nake. Em partiyeke ku demorkasiya herêmê temsîl diken e. Hemû şaredarên me wê bi vê paradîgmayê bixebitin. Divê em berpiryariya xwe ya ku vê hilbijartina dîrokî daye ser me bi moral û motîvasyonê xurt bikin. Nexşerêya hilbijartinê nîşan da ku gel li ku ye.”
 
Di meclîsa jinan de pêvajoya kampanya nû
 
Halîdeyê wiha dawî lê anî: “Di dema nû de wê partiya me li ser rêxistinbûn û berfirehbûnê bisekine. Hedefa me ev e ku modela DEM Partiyê li Tirkiyeyê zêdetir esas bê girtin. Rêveberiyên herêmî qadeke ku paradîgma me bi herêmê re hatiye gel hev e. Di civînên me bi şaredarên xwe re kir de ev model hat axaftin û wê xizmetek çawa bê kirin hat nîqaşkirin.Bêguman diyarkirina perspektîfa siyasî jî  peywira meclîsa me ye.  Dema de em ê pêvajoya kampanyek nû bidin destpêkirin û em ê naveroka kampanya xwe bikin. Kampanya me; kampanya rêxistinbûn, hişmendiya îdeolojîk, perwerde û çalakiyan e.”