PYD û Kongra Star bi lîsteyeke hevpar tev li hilbijartinên şaredariyan dibin

  • 14:33 17 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PYD'ê û Kongra Star ragihand ku hevalbendiyek ava kiriye û diyar kir ku kî dixwaze tev li vê hevalbendiyê bibe, derî lê vekirî ye.
 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star a Hesekê daxuyaniyek da raya giştî û aşkera kir ku dê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbiajrtinan şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin. Her wiha bang li gel kir ku tev li hilbijartinan bibin.
 
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo daxuyanî li avahiya PYD'yê ya li taxa Kebabe ya Hesekê xwend. Endamên partiyê û Kongra Star tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
 
Li gorî daxuyaniyê, PYD û Kongra Star piştî nîqaşên hevbeş li ser gelek xalan li hev kir û dê bi hev re li gorî nêrîneke hevbeş têkildarî diyarkirina namzetan û amadekirina lîsteyeke hevbeş û ji bo avakirina şaredariyeke demokratîk tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî Hevpeymana Civakî û qanûnên Rêveberiya Xweser, hilbijartina hevserokatiya şaredariyê û meclisa şaredariyê dê rêveberiya xweser a gel xurttir bike. Ji ber ku pêşxistina çanda demokratîk li herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û dê bibe modela demokrasiya rasterast."
 
Her wiha hate diyarkirin ku li gel êrişên li dijî herêmê, lidarxistina hilbijartinan, israra gel ji bo bidestxistina pergala demokratîk a li ser vîna gel, rave dike.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevlêbûna Kongra Star di vê hevalbendiyê de li gel PYD'ê, yekemîn model e ku dê li herêmê pêk were û Kongra Star dê gaveke nû di şoreşa civakî de biavêje û bi nasnameya xwe tev li hilbijartinan bibe.
 
Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku navên namzetan bi awayekî demokratîk dûrî biryarên kesayetî û navendî hatine diyarkirin û dê di demeke pêş de dem û rêbazên hilbijartinên pêşîn bên ragihandin.
 
Her wiha bang li endam û alîgirên her du aliyan hate kirin ku tev li pêşhilbijartinan bibin ji bo ku nemzetên xwedî tecrube û hêviyên wan rave dikin, hilbijêrin.
 
Di dawiyê de îşaret pê hate kirin ku derî vekirî ye û her kes dikare tev li hevalbendiya wan bibe.