Li Zelal Bîlgîn a ji nû ve dihat darizandin ceza birîn

  • 16:06 30 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya 9 sal cezayê girtîgehê daye Zelal Bîlgîn a TJA’î xera kir. Danişîna piştî biryara xerakirinê hatiye lidarxistin de carek din ji sînorê jêr dûr ketin  û ceza dan Bîlgînê. 
 
Derbarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) Zelal Bîlgînê di bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hatibû birîn û Dadgeha Bilind dosyeyê ji ber sedemên “lêkolîna kêm” û “cezayê zêde” xera kir. Piştî biryara xerakirinê darizandin ji nû ve li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate despêkirin. Parêzerê Zelalê Diyar Çetîn di danişînê de amade bû. 
 
Dozger careke din ji sînorê jêr dûr ket û xwest ku Zelalê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji sînorê jor were cezakirin. 
 
Parêzerê Zelalê Diyar Çetedîr anî ziman ku karûbarên îfadeyê yê şahidê nepen nediyar e û xwest şahidê nepen were guhdarkirin. Diyar diyar kir ku muwekîla wî ji ber têkoşîna mafên jinan daye meşandin û tevahiya çalakiyên ku ew tevli bûne li dijî qetilkirinên jinan in û di çarçoveya çalakiyên demokratîk de hatine kirin. Diyar beraeta muwekîla xwe xwest. 
 
Daxwaz red kirin
 
Şandeya Dadgehê daxwaza guhdarkirina şahidê nepen red kir, di danişîna piştî biryara xerakirina dosyeyê hatiye lidarxistin de birayara xwe da. Dadgeha cezayê 9 salan ê hatiye xerakirin tenê 7 mehan daxist û 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê da Zelalê.