'Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin'

  • 13:42 29 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
STENBOL -  Têkildarî 1’ê Gulanê, Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da û got: "Em biryara qedexeyê ku Waliyê Stenbolê daye nas nakin. Em 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin.”
 
Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr li avahiya xwe ya li Beyoglûyê têkildarî 1’ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Metna çapemeniyê Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag xwend. 
 
Sevtap, diyar kir ku AKP li Tirkiyeyê nobedarê pergala kapîtalîst e ku polîtîkayên xwe yên şer û kedxwariyê re cîhan veguherandiye dojehê û wiha got: “Di desthilata 23 salan de ji her demê bêhtir jiyana me bêqîmet kir. Aborî ji bo komeke alîgiran û sermayedaran re mezin bû, xizanî ji her demê bêhtir zêde bû. Jin, ciwan, karker û kedkaran para herî mezin ji vê xizaniyê wergirt.”
 
Sevtap, encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê bi bîr xistin, anî ziman ku guhertin pêkan e û daxwazên xwe yên ku dê di 1’ê Gulanê de bînin ziman wiha rêz kirin: “Em weke karker, kedkar, teqawîd, ciwan ji vê pergala kedxwariyê ya mehkûmî birçîtî, bêkarî, deynan û bêewlehiyê dike û li ser pişta welat veguheriye barekî giran re bêjin êdî bes e. Em ji kesên dest didin sermayeyê cînayetên kar girêdayî qederê dikin û berpirsyartiya xwe vedişêrin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku gefê li hêviya me ya jiyanê dixwin, kesên bi budçeya ji bacên me pêk tê ji şer re xerc dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku ji bo deh hezaran mirovên me yên pirs dikin, lêkolîn dikin, daxwaza maf û azadiyê dikin girtîgeh veguherandina kampên berhevkirinê re dibêjin êdî bes e. Em ji vê pergala heramî ya dijminê kurdan e û ne aştî û hêviyê neçareserkirinê ferz dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji tecrîdê, komkujiyên jinan ên veguherîne qirkirina cinsî û talankirina xwezayê re dibêjin êdî bes e.”
 
Sevtap, qedexeya Walîtiya Stenbolê ya 1’ê Gulanê ya ji bo Taksîmê bi bîr xist û bertek nîşanî biryara qedexeyê da: “Qedexekirina Taksîmê ya di 1’ê Gulanê de pêngava dawî ya desthilata ku di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên li welat bi tundî û zextê kûrtir kirine ye.” Akdagê, diyar kir ku biryara qedexeyê ya walîtiyê nas nakin.
 
Pişt re Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî. Mûrat, 8’ê Adarê, Newroz û çalakiyên li dijî xespa vînê yên li Wanê bi bîr xistin, ev bang kir: “Em li dijî kedxwarinê, şerê heyî, tecrîdê, qirkirina karkeran hemû gelê xwe û kedkaran di 1’ê Gulanê de vedixwînin Taksîmê. Werin em milên xwe bidin hev û em 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin.”
  
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê jî bi lêv kir ku dê weke jin li Taksîmê bin. Gonca, bi lêv kir ku ji bo bibêjin “hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e” dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Ji bo ku li dijî siyaseta şer aştiya birûmet biparêzin, berxwedana hevrêyên me yên jin ên li zindanan mezin bikin, ji bo daxwaza ji karê wekhev re mûçeyê wekhev bixwazin, ji bo piştevaniya bi jinên penaber û astengdar re mezin bikin dê bi dirûşmeya ‘Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve bi serhildana jinan tên’ em ê di 1’ê Gulanê de saet 10.00’an de li Bûlwara Barbarosê bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya herî dawî axivî kesên di 1’ê Gulanên salên 1977 û 1996’an de hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û bi gotinên “Kolanên Taksîmê me baş nas dikin. Me demên ku 1’ê Gulanê dihatin qedexe kirin bi kedkaran re meşiyan. Em jinên ku kirdeyên têkoşîna azadiyê ne Taksîm gelek baş dorpêç kiriye, ji Meşa Şevê ya Femînîst heta 25’ê Mijdarê dengê xwe bilind kir û li dijî serweriya zilam a dengê xwe bilind kiribû” her kes vexwend ku di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin.