Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû, 8 kes mirin

  • 10:53 11 Nîsan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiyeke penaberan li Behra Spî noq bû û yek jê zarok 8 penaberan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî nûçeya ajansan a Îtalyayê ANSA’yê; li herêma lêgerîn-rizgarkirinê ya Maltayê (SAR) keştiyeke penaberan noq bû û komên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Îtalyayê mudaxile kir. Komê 23 kes rizgar kir û yek jê zarok cenazeyên 8 kesan jî ji keştiyê derxistin. 
 
Kesên hatin rizgarkirin di îfadeyên xwe yên ewil de gotin ku dema keştî noqî avê bûy, hinek kesên din ên di behrê de winda bûn jî hebûn lê hejmara wan nayê zanîn. Hat zanîn ku 8 kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji hîportermiyê mirine. 
 
Şaredarê Lampedusayê Filippo Mannino têkildarî qezayê axivî û wiha got: “Yek jê zarokeke keç cenazeyê 8 kesan gavek berê anîn. Êdî hejmar nayê zanîn. Şert û mercên behrê pir nebaş in û qaçaxçiyên mirovan van kesên hejar û bêçare bi keştiyên biçûk ên nikarin li ser avê bisekinin dişînin. Her tim heman çîrok. Gelek kes ji bo di behrê de bimirin pereyan didin.” 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM); ji serê salê heta 8’ê nîsanê li Behra Spî ya Navîn 385 penaber winda bûne. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê jî ji 1’ê çileyê heta 10’ê nîsanê 15 hezar û 774 penaber hatine. Par jî ev hejmar 31 hezar û 128 kes bû.