Dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li qadan bin

  • 09:02 30 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Ji bo mîtînga herêmî ya li Êlihê bangewaziya tevlîbûnê hat kirin. Ji Platforma Jinan a Şahmaranê Gulnîgar Laçîn Karataş diyar kir ku dê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berê xwe bidin Êlihê. 
 
Karker, kedkar, jin û ciwan xwe amade dikin ku di 1’ê Gulanê de li dijî krîzên piralî yên li welat, kûrbûna krîza aborî, kuştina jinan, destavêtin, polîtîkayên şerê taybet, talanê li qadan bigirin. Dema ku karkerên li bajarên Kurdistanê xwe ji bo mîtînga herêmî ya 1'ê Gulanê ya ku wê sibe li Êlihê bê lidarxistin, amadekariyên xwe dikin, li gelek bajaran banga tevlîbûna mîtîngê hate kirin.
 
Ji Mêrdînê jî jinan banga tevlîbûna mîtîngê li gel kir. 
 
Ji Platforma Jinan a Şahmaranê Gulnîgar Laçîn Karataş, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê û got: "Divê her kes li qada mîtîngê bighijê hevdû. Ji bo dîtina keda jinê divê em li vir bin. Em wek platform em ê li Êlihê bin û em bang li hemû jinan dikin ji bo tevlîbûnê."
 
Gulnîgar, destnîşan kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê şîdeta li hemberî jinê zêdetir bû û hejmara qetilkirina jinan zêde bû. Li dijî qetilkirina jinan em ê bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li qadan bin." 
 
Hevseroka Tum Bel-Sen a Mêrdînê Gulbîn Oner jî diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo karker û kedkaran roja hevgirtînê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê li qadan hêviya xwe ya azadî, demokrasî, edalet û aştiyê biqêkirin. Em ê li dijî xebatên bêewle, li dijî kedxwariyê, li qadan bin. Li dijî taciz, şîdet û destdirêjî li qadan bin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî mîtînga ku li Êlihê bê lidarxistin bibin."