Jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin

  • 16:07 30 Çile 2024
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li kantona Dêrazorê aşkera kirin ku pêwîstiya wan bi projeyên koperatîfan heye ji bo ku aboriya xwe pêş bixin û aboriya civakî dewlemendtir bikin.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê, civînek ji jinên li rojavayê Dêrazorê re li darxist û ji wan re têgeha aboriya civakî, girîngiya wî, têgeha koperatîfan, şîrove kirin. Civîn li hola Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê El Kesra li darxistin. Civîn bi tevlê buna nûnerên Meclisa Kombûna a Zenûbya, Aboriya Civakî, Meclisa Herêma Xerbî pêk hat.
 
Di civînê de endama rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûby ya kantona Dêrazorê, Hena El Seîd axivî û wiha got: “Aboriya civakî, girîngiya her duyan ji beşdaran re şîrove kirin û diyar kir ku di pêşxisitna aboriyê de rol dilîzin û rê li pêşiya belavbûna bêkariyê û xizaniyê, keysbaziyê û bikaranînê digire.”
 
Hena destnîşan kir ku divê jin rola xwe ya di aboriya civakî de bilîze ji ber ku gelek sûd li civakê û jinan dike. 
 
Jinên ku tevê civînê bûn teqezî bi girîngiya koperatîfan kir, ji bo pêşxistina aboriya jinan û dûrxistina wê ji koletiyê gelek girîng e.
 
Di dawiya civînê de jinan 5 projeyên ji bo jinan girîng in, pêşniyar kirin ku divê Komîteya Aborî ya Jinan piştgiriya wê bike.
 
Proje yên jinan ev in: 
 
* Avakirina firneyên nanê tenurê,
 
* Werşeyên dirûtinê, 
 
* Saziyên madeyên bingehîn,
 
* Projeyên çandiniyê,
 
* Kargeh û navendên hilberandina penêr û mast û projeyên sewalvaniyê