Jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin 2024-01-30 16:07:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li kantona Dêrazorê aşkera kirin ku pêwîstiya wan bi projeyên koperatîfan heye ji bo ku aboriya xwe pêş bixin û aboriya civakî dewlemendtir bikin.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê, civînek ji jinên li rojavayê Dêrazorê re li darxist û ji wan re têgeha aboriya civakî, girîngiya wî, têgeha koperatîfan, şîrove kirin. Civîn li hola Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê El Kesra li darxistin. Civîn bi tevlê buna nûnerên Meclisa Kombûna a Zenûbya, Aboriya Civakî, Meclisa Herêma Xerbî pêk hat.   Di civînê de endama rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûby ya kantona Dêrazorê, Hena El Seîd axivî û wiha got: “Aboriya civakî, girîngiya her duyan ji beşdaran re şîrove kirin û diyar kir ku di pêşxisitna aboriyê de rol dilîzin û rê li pêşiya belavbûna bêkariyê û xizaniyê, keysbaziyê û bikaranînê digire.”   Hena destnîşan kir ku divê jin rola xwe ya di aboriya civakî de bilîze ji ber ku gelek sûd li civakê û jinan dike.    Jinên ku tevê civînê bûn teqezî bi girîngiya koperatîfan kir, ji bo pêşxistina aboriya jinan û dûrxistina wê ji koletiyê gelek girîng e.   Di dawiya civînê de jinan 5 projeyên ji bo jinan girîng in, pêşniyar kirin ku divê Komîteya Aborî ya Jinan piştgiriya wê bike.   Proje yên jinan ev in:    * Avakirina firneyên nanê tenurê,   * Werşeyên dirûtinê,    * Saziyên madeyên bingehîn,   * Projeyên çandiniyê,   * Kargeh û navendên hilberandina penêr û mast û projeyên sewalvaniyê