Dîroka berxwedanekê: 1’ê Gulanê

  • 09:07 29 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1886’an de  li Chîcago piştî meşa bi heybet 1’ê Gulanê wek roja piştevanî û berxwedana karker û kedkaran hat îlankirin. 138 sal tevî hemû zext, êrîş, qedexe û komkujiyan berxwedan bilind bû.
 
138 sal e 1’ê Gulanê wek sembola têkoşîna mafê karkeran li seransrê cîhanê girîngiya xwe diparêze. Di 1886’an de li Chîcago ev têkoşîn dest pê kir û veguherî tevgera navneteweyî û platformekê. Lê ev bername dem bi dem bi komkujî û girtinan hatin astengkirin. Hem li cîhanê hem li Tirkiyeyê brenameyên 1’ê Gulanê bi zextan re hatin rû hev lê kedkaran li her qadê daxwazên xwe anîn ziman.
 
Di sedsala 19’an de tevgerên karkeran
 
Di sedsala 19’an de karker di bin şertên giran de 18 saetan dixebitîn. Lê  dema xebatê 16 saet bû. Şertên jin û zarokan giran bû û wek kole dihatin xebitandin.
 
Di 1886’an de meşa bi heybet
 
Li bajarê Mebourne ya Avustralyayê ji bo mafê roja kar a 8 saetan ji zanîngeha Mebourne heta Mala Parlamentoyê meş pêk hat. Ev meş piştî meşa bi heybet ya di 19886’an a li Chîcago ya bi pêşeniya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Amerîkayê pêk hatibû, ji bo 1’ê Gulanê wek roja karkeran an navneteweyî bê qebûlkirin pêşengî kir. Karkerên Avustralyayê di 1856’an de  ji bo karê rojane bibe 8 saet civîn  û çalakî pêk anîn.
 
Piştre 200  karkerên Amerîkayê di 1886’an de  ji bo rojê 8 saet xebatê  dest ji kar berdan. Gotin divê 1’ê Gulanê wek roja destberdana kar a gerdunî  bê qebûlkirin û biryara vê dan. Di 1889’an de Kongreya Karkeran a Navnetweyî pêk hat. 400 delege tevli kongreyê bûn û mijara esas rojê 8 saet kar bû.
 
Di 1889’an de  II. Enternasyonal di 1’ê Gulanê de kom bû û got divê 1’ê Gulanê bibe roja têkoşîn û yekitiya hemû karkerên cîhanê.
 
Li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê: 1860
 
Li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê dema Osmaniyan de ji 1860’an şûnde ji aliyê Ermeniyan ve hat pîrozkirin.
 
Karkerên tunelê li kolanan e
 
Di 1923’an de li Stnebolê karkerên titun, yên fabrîqa leşkerî, riya hesinî, firin, tramvay, telefon,tunel, gazhane di 1’ê Gulanê de li kolanan bûn.
 
Pîrozbahiay girseyî ya ewil
 
Di 1976’an de piştî 50 salî şûnde  1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Taksîm a Stenbolê bi mîtîngeke mezin hat pîrozkirin.
 
1’ê Gulanê ya bi xwîn!
 
Di 1977’an de li Qada Taksîmê komkujiyek mezin pêk hat. Ji aliyê DÎSK’ê ve li Qada Taksîmê  mîtînga 1’ê Gulanê pêk hat û 500 hezar karker, kedkar tevli bibûn. Ji ser avahiya Îdareya Sular û Otela Internontînental ve gule hatin reşandin. Gelek kes hatin qetikirin û di bin panzêran de man. Gelek kes birîndar bûn.
 
Di 1979’an de 1’ê Gulanê li Stenbolê hat qedexekirin.  Seroka gitşî ya Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Behîce Boran û bi hezaran kes hatin binçavkirin û di 6’ê gulanê de ligel Behîceyê 330 kes hatin girtin.
 
1’ê Gulanê hat qedexekirin
 
Di 1980’ê de DÎSK’ê li Mersînê bi tevlibûna 50 hezar kesî mîtîng pêk anî. Serokê DÎSK’ê Riza Guven hat girtin. Di navbera 1981-196’an de di qedexeyên darbeya 12’ê îlonê de 1’ê Gulanê hat qedexekirin.
 
Di 1989’an de mîtîng hat qedexekirin û li Taksîmê polîsan êrîş kir. Ciwanê bi navê Mehmet Akif Dalçi yê 17 salî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes hatin girtin.
 
Di 1990’î de Hak- Îş’ê yekem car mîtînga 1’ê Gulanê kir.  Li Stenbolê polîsan êrîş kir û xwendekar Gulay Beceren birîndar bû û felç ma.
 
Di 2009’an de  di 22’ê Nîsanê de lijneya giştî ya  TBMM’ê biryar da ku bi navê ‘1’ê Gulanê roja Ked û Piştevaniyê’ betlane be. Di 1’ê Gulanê de bi hezaran kes li Qada Taksîmê hatin gel hev. Lê polîsan dîsa êrîş kir ji 400’î zêdetir kes hatin binçavkirin.
 
Taksîm 32 sal şûnde hat vekirin
 
Di 2010’an de piştî 32 salan şûnde Qada Taksîmê yekem car ji karkeran re hat vekirin. Di 2013’an de  hikûmetê bi hinceta li Taksîmê qada înşatê heye, got wê ji mîtîngê re girtî be. Tevî vê girseyê hewl da bikeve qadê. Polîsan êrîş kir û Dîlan Alp ya 17 salî bi giranî birîndar bû.
 
Di 2014’an de hikûmetê dîsa daxuyand ku ew destur nadin û li ser vê polîsan hemû riyên diçûn Taksîmê girt û 39 hezar polîs hatin peywirdarkirin. Girseya li ber avahiya DÎSK’ê ya Şîşlî kom bû xwestin bimeşin Taksîmê. Lê polîsan êrîş kir û 266 kes hatin binçavkirin.
 
Di 2015’an de dîsa qede bû
 
Di 2015’an de dîsa qada Taksîmê hat qedexekirin û bi dehan kes di enama êrîşan de birîndar bûn.
 
Di 2016’ande jî Qada Taksîmê ji bernameyên 1’ê Gulanê re hat girtin. Di 2017’an de  Qada Taskîmê bi awayekî fermî girtîbû lê vê carê li nokteyên cuda mîtîng pêk hatin. Di 1’ê Gulan a2018’an de jî kedkar li qada Maltepeyê hatin gel hev. Di 2019’an de gelek koman xwestin bimeşin qada Taksîmê lê polîsan dîsa astengî derxist.
 
Di 2020’an de ji ber pandemiyê mîtîngên 1’ê Gulanê bi sînor man. Di 2021 û piştî wê bi normalbûna şertên pandemiyê re bernameyên 1’ê Gulanê bi tevlibûnek mezin pêk hat.
 
Di 2022’an de Qada Taskîmê dîsa ji bo 1’ê Gulanê girtî bû. Di 2023’an de jî qada Taksîmê li karkerna hat girtin.
 
Di her du salan de jî binçavkirin pêk hatin û berxwedana karkerên daketin kolanên Taksîmê berdeawam kir.