29’ê Nîsana 1429'an: Bi pêşengiya Jeanne d’Arc bajarê Orlênsê hat rizgarkirin

  • 09:01 29 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Fransayê ji jinên pêşeng Jeanne d’Arc, dema ku fermandarîya artêşa Fransî dikir, ket bajarê Orlêansê yê ku di bin dagirkiriya Îngîlîstanê de bû.
 
Jeanne d’Arc, di dema Şerê Sed Salî ya herî dijwar a di navbera Îngîlîstan û Fransayê de berdewam dikir, dijiya. Jeanne ji rêza tişta ku civakê nişanî wê kiribû derket û xwest beşdarî şer bibe lê belê ji ber ku ew jin bû û temenê wê biçûk bû hat astengkirin. Piştî hat astengkirin Jeanne ji malê revîya û çû bi Qralê Fransayê yê 4’mîn Charles re hevdîtin pêk anî. Jeanne bi helwesta xwe ya bi biryar qiral qeneh kir ku beşdarî şer bibe, di seranserê şer de wekî şervanek azadiyê rola xwe ya pêşeng lîst. Ew dema ku bi yekîneyên xwe yên leşkerî yên ji 4 hezar pêk dihatin bi rê ket bajarê Orlênsê 17 salî bû. Wê di dilqê mêran de şer kir lê ew bû sembola jina azad.
 
Di dîrokê de hinek geşedanên îro qewimîne wiha ne:  
 
1965: Helbestvana femînis Sophia Elisabet Brenner îro hat dinê. Ji bo wê mêr û jin di hêla mejî de wekhev in lê di hêla bedenê de cuda xuya dikin. Ji bo nîviskar û hunermendên jin ên nûjen helbest nivîsand. Helbestên xwe li ser nirx û mafê jinan nivîsand. Sophia di sala 1732’yan de jiyana xwe ji dest da.
 
1880: Li Eyaleta Texsasê ya giredayî ABD'ê, romanivîsa jin a herî kevintirîn tê zanîn ya ji Afro-Emerîkî Lillian Bertha Jones Horace ji dayik bû. Tê zanîn ku Lillian di sedsala 20’emîn de ji du jinên romannivîsên başûrîyen reş in. Lillianê, di sala 1965'an de jiyana xwe ji dest da.
 
1929: Li Tirkiyeyê yekemîn darazdar Nezahat Gurelî û Beyhan Hanim ji bo endamtiya Dadgeha Aslî  hatin tayînkirin.
 
1983: Piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê Wezareta Karê Navxweyî ji bo 723 siyasetmedaran biryara "qedexeya siyasî" da. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Heman sepandin 38 sal şûnde ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hat kirin. 
 
1988: Li Qeyseriyê di 1913’an de avahîsaz Leman Cevap  Tomsu ji dayik bû. Lemanê di 1988’an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
 
2018: Li Îspanyayê bi deh hezaran kes, li dijî şofandina tecawiza li jinan tên kirin derketin kolanan. Li bajarê Pampelunê bi deh hezaran kes kom bûn û li dijî biryara dadgehê ya ku sûcdarên tecawize ya komî tenê 9 meh cezayê girtîgehê da, şermêzar kirin.
 
2019: Li girtîgeha Bakirkoyê dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbunê de bûn çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Dayikan xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin “Em ji bo ku zarokên me nemirin li vir in.” Dayikan heta 26’ê Gulanê ya 
 
2019’an dema girtîyen sîyasî çalakiya xwe bi dawî kir, her roj saet di 12.00’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber gelek girtîgehan çalakî pêk anîn.