Tehliyeya rojnameger Derya Ren 3 mehan hat taloqkirin

  • 11:01 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Dihat payîn ku di meha gulanê de nûçegihana me Derya Ren bê berdan lê bi biryara lijneyê 3 mehan berdana wê hat taloqkirin.
 
Nûçegihana ajansa me Derya Ren di serdegirtina malan a di 25'ê Cotmeha 2022'yan de li Amedê tevî gelek rojnamegeran hat binçavkirin. 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hepsê ya ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Rihayê ve bi hinceta "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" hatibû dayîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û Derya hat girtin. Di 31'ê Tebaxa 2023'yan de ji bo "Serbest berdana bi şert" serî li 1'emîn Dadweriya Înfazê ya Amedê dabû. Lê daxwaz hat redkirin. 
 
Hefteya borî serbestberdana Deryayê ji hêla Lîjneya Şopandina Îdarî ya Girtîgehê ve hat taloqkirin.