Parêzer Rûşen Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir

  • 13:57 1 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
 
AMED - Parêzer Rûşen Seydaoglû, di doza KCD’ê ya jinûve hate darizandin de beraet kir. 
 
Derbarê parêzer Rûşen Seydaoglû de bi hinceta lêpirsîna têkildarî Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) û parvekirinên medyaya dîjîtal bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê hatibû birîn. 
 
8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza dabû. Dadgehê her wiha ji “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê dabû û ceza taloqkiribû. 
 
Edliyeya Herêmê ya Amedê biryar xera kiribû. Dadgehê hikum dabû ku tevlibûna organîzasyonên KCD’ê bi tena serê xwe ne sûc e. 
 
Danişîna doza derbarê Rûşen de jinûve hate lidarxistin berdewam kir. Seydaoglû û parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger xwest Rûşen were cezakirin. Rûşen jî li dijî mutalayê diyar kir ku beyanên xwe yên beriya niha dubare dike û daxwaza beraeta xwe kir. Prz. Resûl jî anî ziman ku parastinên xwe yên beriya niha dubare dike û parastinên xwe yên derbarê esasê de weke nivîskî ragihandine. Temûr daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Dadgehê biryara beraetê da.