Dayika Rozerîna tehliyeya wê hat taloqkirin: Em zilmê qebûl nakin

  • 10:04 18 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Öznur Değer
 
MÊRDÎN - Dayika Rozerîn Kalkan a ku tehliyeya wê 11 mehan ji aliyê Serokatiya Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Şakranê hat taloqkirin, Şerife Kalkan wiha got:"Em ê vê zilmê tu carî qebûl nekin û bêdeng nemînin. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bibim şopdara doza zarokên xwe. "
 
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya ku ji 1'ê Çileya 2021'ê ve ye di meriyetê de ye her roj bi binpêkirina mafan tê rojevê. Gelek girtiyên ku divê bên tehliyekirin bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê nayên berdan. Mînakek vê yekê jî biryara derbarê girtî Rozerîn Kalkan de ye. 
 
Tehliyeya Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin, hat astengkirin. Ji bo 17'ê Nîsanê, dihat payin ku Rozerîna di 11'ê Tebaxa 2016'an de bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin bê berdan lê belê tehliyeya wê ji aliyê  Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi îddiaya "li qawişa alîgir dimîne" û "di nava rêxistinê de çalak e" 11 mehan hat taloqkirin. Hat hînbûn li dijî vê yekê îtiraz hatiye kirin. 
 
Wê malbatê serî li ÎHD'ê bide 
 
Malbata Rozerînê li ser vê biryarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Dayika Rozerînê Şerife Kalkan, da zanîn keça wê 2 berê geriyaye û gotiye lijneyê xwestiye pê re hevdîtinê bike lê wê qebûl nekiriye. Şerife da zanîn cezayê Rozerînê 11 mehan hatiye dirêjkirin lê belê Rozerînê cezayê xwe qedandiye ev yek nayê qebûlkirin. Şerifey bi lêv kir ev biryar muameleyeke kêfî ye û got ew li dijî vê yekê serî natewînin ew ê serî li ÎHD'ê bidin. 
 
Dayika Rozerînê, Şerife Kalkan têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
‘Em ê vê zilmê tu carî qebûl nekin û bêdeng nemînin’
 
Şerifeyê zehmetiyên Rozerînê kişandiye bi bîr xist û wiha got:"Piştî ewqas salan em li hêvî bûn Rozerînê di 17'ê Nîsanê de bê tehliyekirin lê em hîn bûn tehliyeya wê hatiye astengkirin. Rozerînê li me geriya û got tehliyeya wê 11 mehan hatiye taloqkirin. Ji ber wê derketa em gelekî bextewar bûn lê belê em ji ber rewşa netehliyekirinê pir xemgîn bûn. Li gor rewşa heyî divê tehliye 3 an jî 6 mehan bihata taloqkirin lê belê ya Rozerînê 11 mehan hat taloqkirin. Ev zilmeke mezin e. Em ê vê zilmê tu carî qebûl nekin û bêdeng nemînin. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bibim şopdara doza zarokên xwe. Ev tecrîdeke giran e. Ev tecrîd tenê li ser girtiyan nayê ferzkirin li ser malbatan jî tê ferzkirin. Ev 6-7 meh in min Rozerînê nedîtiye. Ji ber em wan nabînin em xemgîn dibin. Em dixwazin ev tecrîd ji ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin."
 
'Em ê li kuçeyan û li çalakiyan bin'
 
Şerifeyê bi lêv kir ku polîtîkayên sirgunê îşkenceyeke cuda ye û wiha got:"Zarokên me bêyî me û bi zaneyî dibin derên ji me dûr. Ev rewş nîşana tecrîda hem li ser wan hem jî li ser me ye. Loma em ê vê rewşê qebûl nekin. Em ê li kuçeyan û li çalakiyan bin. Heta ev tecrîda li ser me û zarokên me dewam bike, çi ji destên me bê em ê bikin."