'Cejna Çarşema Sor xwedî wateyek kevnar û dîrokî ye'

  • 09:28 18 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê tevli bernameya ji bo cejna Çarşema Sor bûn dan zanîn ev cejna ji afirandina gerdûnê hatiye û wiha gotin:"Ev cejn xwedî wateyek kevnar û dîrokî ye ji ber ku heta roja me ya îro cejna Êzidiyan hatiye parastin."
 
Bi dirûşmeya "Bi ruhê Şehîdên Azadiyê Em ê Çarşema Sor bijîn û Dagirkeriyê têk bibin" Mala Êzidiyên Helebê şahiyek li dar xistin. Şahî li Parka Zarokên Pakrewan a ku dikeve milê Şiqeyf a xerbî hat li darxistin. Di şahiyê de welatiyên her du taxên Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê, meclis û partiyên siyasî amede bûn. Di şahiyê de axaftin hatin kirin her wiha gelek komên stran û govendê bi govend û awazên xwe rengekî nû dan şahiyê. Jinan di şahiyê de dan zanîn ku wê bi tekoşîna wan Çarşema Sor a sala bê li Efrînê pîroz bikin û herêmên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.
 
'Cejna Çarşema Sor xwedî wateyek kevnar û dîrokî ye' 
 
Ji Rêveberiya Mala Êzidiyên Helebê, Roşîn Muse da zanîn heta niha cejna Çarşema Sor pîroz dikin û wiha got:"Em cejna xwe Cejna Çarşema Sor li tevahî gelê kurd û bi taybet li Êzidiyan pîroz dikin. Ev cejn xwedî wateyek kevnar û dîrokî ye ji ber ku heta roja me ya îro cejna Êzidiyan hatiye parastin."
 
'Bi felsefeya Rêbertî civaka Êzidî çanda xwe parastine'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Roşînê da zanîn ku ev cejn cejnek bi xwezayê ve girêdayî ye û wiha pê de çû:"Cejna me cejnek ku bi xwezayê ve girêdayî ye. Her wiha tevahî ol û mezhebên ku di taxê de ne, vê sersala me bi me re pîroz dikin. Em vê cejnê li tevahî Êzidiyan pîroz dikin. Îro bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelê kurd li ser piyan mane û tekoşîna xwe didomînin."
 
'Hêviya me ew e ku em Rêberê xwe azad bibînin'
 
Raniya Cafer da zanîn ew hêvî dikin ku di cejnê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û wiha pê de çû:"Em cejna Çarşema Sor li tevahî Êzidiyan pîroz dikin û hêviya me di vê cejnê de ew e ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin. Ev cejna me ji afirandina gerdûnê hatiye. Em jî sal bi sal çarşema yekemîn ji hefteya yekemîn, ji heyva nîsanê em cejna xwe pîroz dikin. Em di vê cejnê de hêkan dikelînin û bi rengê demsalan dixemilînin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Raniyayê cejna Çarşema Sor li tevahî Kurdên Êzidî pîroz kir û hêviya xwe ya vegera li ser axa welat dubare kir. Raniyayê pîrozkirina cejna Çarşema Sor a li Efrînê jî anî ser ziman.
 
Her wiha Wîem Hisên cejina Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir û hêviya xwe ya vegera ser axa welatê xwe anî ziman.