Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 78'emîn de didome

  • 18:51 17 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar di roja 78'emîn a  çalakiya xwe ya li ber wezareta dadê got: "2 kurê min û hevjînê min hatun qetilkirin.Yên komkujî kirin sebest digerin.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 78’an de berdewam kir. 
 
Emîne Şenyaşar li ber wezaretê got: "2 kurê min û hevjînê min hatun qetilkirin.Yên komkujî kirin sebest digerin."
 
Malbat piştre derbasî meclîsê bûn.