Di meha tîrmehê de herî kêm 15 jin hatin qetilkirin

  • 13:14 1 Tebax 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha tîrmehê de herî kêm 15 jin hatin qetilkirin. 22 zarok jî bi îstismara zayendî rû bi rû man. Ya balkêş ew e ku sedema gelek komkujiyan ji ber çekdarbûyina takekesî ye. 
 
Di meha tîrmehê de gelek jin û zarok hatin qetilkirin. Ya balkêş ew e ku sedema gelek komkujiyan ji ber çekdarbûyina takekesî ye. Di meha tîrmehê de jî dîsa jin hatin qetilkirin û şîdet dîtin. Di meha tîrmehê de herî kêm 15 jin hatin qetilkirin. 
 
Dîsa qansî di çapemeniyê de da der, 5 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 4 zarok di encama çekdarbûyina takekesî de jiyana xwe ji dest dan. Du pitik jî berî ku ji dayik bibin di zikê dayikên xwe de hatin qetilkirin. 
 
Di meha tîrhmehê de rêjeya îstisma zayendî ya dijî zarokan zêde bû û 22 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû man.
 
Dîsa jin herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin!
 
Li Stenbole 5 jin hatin qetilkirin. 
 
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bagcilar îstismarkirina 392 zarokan ji makamên edlî re nehat ragihandin. 
 
Komkujiyên zarok û jinan, mirinên jinan ên bi guman ên ku di çapemeniyê de derket wiha ne:
 
*Li Navçeya Eyubiyeya Rihayê mêrê bi navê Ali Riza Server, Zemzem Server di 3'ê Tîrmehê de qetil kir. 
 
*Li Navçeya Ebexa Wanê Gulistan Alma di 3'ê Tîrmehê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Navçeya Manavgata Antalyayê hemwelatiya Almanyayê Ellen Hitzel  ji aliyê Şahin Avci  hat qetilkirin. Cenazeyê Ellen Hitzel di 8'ê Tîrmehê de hatibû dîtin. 
 
*Li Navçeya Manîsayê mêrê bi navê Îbrahim Kutluay di 11'ê Tîrmehê de Zumrethen Kutluay bi şîdetê qetil kiribû. 
 
*Li Samsunê mêrê bi navê M.S jina trans a bi navê Simge Sezer di 11'ê Tîrmehê de qetil kir. Mêrê ku hat binçavkirin piştre hat girtin. 
 
*Hanim Kiyaka ku li Stenbolê dijî di 10'ê Tîrmehê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
 
*Turkan Uygun li Stenbolê ji aliyê lawê xwe Mehmet Bahadir Uygun ve di 16'ê Tîrmehê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. 
 
*Li Navçeya Dursunbeya Balikkesîrê zarokê 14 salî bi çeka li malê lîst û di 20'ê Tîrmehê de birayê xwe yê 8 salî kuşt. 
 
*Di encama çekdarbûyina takekesî de li Dîlokê zarokek hat qetilkirin. 
 
*Li Navçeya Çukurovaya Edendeyê Ayşe Aç a Polîs di 19'ê Tîrmehê de bi awayekî gumanbar dawî li jiyana xwe anî.
 
*Mêrê bi navê Îsa Ç. li Dîlokê hevsera xwe ya 7 mehî û ducanî bi îşkenceyê tevî pitikê wê qetil kir. 
 
*Li Navçeya Karataya Konyayê Abdulbasid El M. yê ji Sûriyeyê Amira Alyassouf'u (38) ya ducanî û zikê wê heşt mehî bû tevî pitika wê qetil kir. 
 
*Li Navçeya Uskudara Stenbolê di 21'ê Tîrmehê de Guneş Karaçuban ji aliyê mêrê bi wê re zewicî, Sabrî Barça ve hat qetilkirin. 
 
*Li Navçeya Besniya Semsûrê mêrê bi navê Salih Albay di 22'ê Tîrmehê de Serpil Albay, Devran (4), Ceyda (2) ên ku ji heman malbatê bûn qetil kir. 
 
*Li Uşakê hat îdiakirin ku Yeliz T. întixar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. 
 
*Di 23'ê Tîrmehê de li Navçeya Mamaka Enqereyê mêrê bi navê S.I dayika xwe ya bi navê Z.I qetil kir. 
 
*Li Navçeya Merama Konyayê Yakup Kaya hevsera xwe Emine Kaya di 24'ê Tîrmehê de qetil kir. 
 
*Li Navçeya Avcilara Stenbolê mêrê bi navê M.R.Ç hevsera xwe Ayşegul Ç. ya ku dikira ji hev biqetiyana û dayika wê di 26'ê Tîrmehê de qetil kir. 
 
*Li Navçeya Eşmeya Uşakê merê bi navê Muammer A. di 29'ê Tîrmehê de bi çekê Ummu A. qetil kir. 
 
*Li Navçeya Kepeza Antalyayê Zubeyde D. ji aliyê Tolga D. yê ku bi wê re zewicî di 30'ê Tîrmehê de hat qetilkirin. 
 
*Fatma Sert a ku li Karamanê di temenê zarokatî de hat zewicandin bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.