'Divê komîsyona lêkolîn û hevrûbûnê bên avakirin'

  • 14:19 7 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser bandora krîza aborî û wiha got: “Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan ziqim be.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê ya di heftane de mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, Malbatên Pirsûsê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz û endamên Sendîkaya Tem Emeklîlerê jî tev li civînê bûn. 
 
Tulay ji ewil Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û got ku dê tu caran ji bîr nekin. Her wiha Tulay Komkujiya  Dêrsimê bi bîr xist û diyar kir ku divê dewlet bi vê komkujiya li dijî mirovahiyê hatiye kirin re hevrû bibe. Tulay xwest ku komîsyonê lêkolîn û hevrûbûnê bên avakirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin. 
 
Bi domdarî Tulay cezayên li Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Seher Şengunlu û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatine birîn bi bîr xist û got ku îktîdar cezayê dide kesên li dijî yekperestiya li dijî elewiyan û polîtîkayên pişaftinê derdikevin. Tulay got ku dê elewî tu caran serî netewînin. Di berdewamê de Tulay cejnên Hidirellez û Paskalyayê pîroz kir. 
 
Tulay  di axaftina xwe de bal kişand ser Amedsporê û şampiyontî lê pîroz kir. 
 
Tulay di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bandoreke giran li kedkar û karkeran dike û wiha domand: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan ziqim be.”