Rojnameger Esra Solin Dal: Ez di hucreya yek kesi de me!

  • 10:35 9 Gulan 2024
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di hucreyê de tê ragirtin got, "Ji roja ku mın anine  vir ve di hucreya yek kesî de têm tecrîdkirin. Tevî ku min gelek caran pirtûk xwestiye jî daxwaza min neanine cıh. Li gel ku min 2 caran daxwazname nivîsandibû ku min bigirin qawîşê jî bersiveke ne nivîskî û ne jî devkî nedane min."
 
Ji 9 rojnamegerên di 23'yê Nîsanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnamevan Erdogan Alayumat di 26'ê Nîsanê de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Nûçegihana MA'yê Esra Solîn Dal ku ji roja hat girtin û vir ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, pêvajoya binçavkirinê û şert û mercên girtîgehê bi rêya parêzerên xwe vegot.
 
'Ez bûm hedef'
 
Rojnameger Esra Solîn wiha got: “Di 23’ê Nîsanê de bi ser mala min de girtin û ez hatim binçavkirin û pişre jî hatim girtin. Di bin çavan de bi muameleya xirab re rûbirû mam.  Min ji hevalên min cuda birin nexweşxaneyê û ji bilî ku ez cuda mam, destûr nedan ku ez yek gotinê jî bi hevalên xwe re biaxivim. Ji ber ku min diyar kir ku ez bêyî parêzerê xwe tu axaftinê nakim, min bi helwesta rêxistinî sûcdar kirin. Li dadgehê jî bi heman helwesta cudakariyê re rûbirû mam. Dadger mafê min ê bêdengmayînê wekî sûc dît û min pê sûcdar kir."
 
'Li min lêgerîna tazî kirin'
 
Min di 27'ê nîsana 2024'an de anîn Girtîgeha Bakirkoyê. Bi şev gava bi awayekî asayî lêgerîn kirin, gardiyanan di bin navê 'lêgerîna berfireh' de lêgerîna tazî li min ferz kir. Gava min got lêgerîna tazî sûc e û ez qebûl nakim, ji min re gotin ev ne ya tazî ye û pêşmalkeke reş ya emeliyatê dan min û bi vî awayî lêgerîna tazî li min ferz kirin.  Ji roja ez anîme vir, ez di hucreyeke yekkesî de têm tecrîdkirin. Min gelek caran pirtûk xwestin lê hê jî nedane min. Ji bo derbasî qawîşê bibim min du caran daxwazname nivîsand, lê ne bi devkî ne jî bi nivîskê tu bersiv nedan min."