DEM Partî: 1'ê Gulanê nikare bê darizandin

  • 13:37 5 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - DEM Partiyê xwest ku kesên piştî 1’ê Gulanê hatin girtin û binçavkirin bên berdan û wiha got: “Em ê li gel karker, kedkar, jin û ciwanên li qadan daxwaza mafên xwe kirin teqez bi ser kevin.” 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî kesên ji ber ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de dixwestin biçin Qada Taksîmê û li Saraçhaneyê li dijî berîqatên polîsan li ber xwe dayîn hatine girtin û binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi sernavê “1’ê Gulanê nayê darizandin; dawî li binçavkirinan bînin, girtiyan berdin” hate weşandn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 1’ê Gulanê li tevahiya cîhanê weke cejnekî hatiye pîrozkirin lê li Tirkiyeyê rastî qedexe û êrişên îktîdarê hatiye. 
 
Bi domdarî hate gotin ku bi hezaran karker û kedkaran xwestine mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar bînin lê îktîdarê bi awayekî dijminane û derhiqûqî asteng kiriye. Di berdewamê de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo Qada Taksîmê hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Dîmenên li Saraçhaneyê derketin holê, zîhniyeta qedexeker û dewleta polîsan nîşanî hemû cîhanê da. Her wiha piştrast kir ku welêt di nava tecrîdeke giran de ye. Kîn û nefreta îktîdarê ya li dijî kedkaran tenê bi êrişa di 1’ê Gulanê de bisînor nema û di 2’yê gulanê de bi serdegirtinên malan dom kir. Heta niha zêdetirî 200 kes hatine binçavkirin û 38 jê hatine girtin. Posterên pêşengên şoreşger ên weke Îbrahîm Kaypakkaya û tevlibûna çalakiyên ji bo piştevaniya bi Filistînê re weke hincet hatiye nîşdan. Pêşengên têkoşîna Nifşê Şoreşger ê 68’an rûmeta vî welatî ne û hilgirtina posterên wan sûc nîne. Her wiha girtin û binçavkirinên ji ber çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re, durûtiya AKP’ê nîşan dide.” 
 
‘Pîrozkirina 1'ê Gulanê maf e’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li her devera cîhanê 1’ê Gulanê li cihên navendî tê pîrozkirin. Qada Taksîmê jî navenda têkoşîna kedê ye. Pîrozkirina 1’ê Gulanê li Taksîmê, mafekî destûra bingehîn e. Astengkirina wê sûc e. Bi van girtin û binçavkirinan îktîdarê sûcê xwe mezintir kiriye. Waliyê Stenbolê û Wezîrê Karên Hundir bingeha girtinan amade kir û di sûcê li dijî têkoşîna kedê de di asta yekemîn de berpirsyar in. Em vê derhiqûqtiyê qebûl nakin û careke din dibêjin ku di têkoşîna kedê de em li cem çîna karker in. Em ê li gel karker, kedkar, jin û ciwanên li qadan daxwaza mafên xwe kirin teqez bi ser kevin.”