Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê birîn

  • 12:26 9 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna biryarê ya doza xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hate lidarxistin. Dadgehê cezayê girtîgehê da 5 rojnamegeran. 
 
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê 6 rojnameger û belavkarekî rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku rojnameger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “kîn û nefret di nava gel de belav kirine” û “pesnê sûc û sûcdar daye” tên tawanbarkirin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di dozê de amade bûn. 
 
Şandeya dadgehê ji bo xebatkara rojnameyê Mizgîn Fendîk biryara beraetê da û dosyaya Pinar Tarlak jî bi sedema ku dosyayeke wê ya cuda didome, dosyaya wê hate cudakirin. 
 
Ceza birîn
 
Şandeya dadgehê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Alî Çelebî. Bi heman hincetê li rojnameger Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urun jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê da. 
 
Di heman demê de qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.