Di 18 rojan de ji bo CPT'yê 3 hezar û 22 îmze û name hatin şandin

  • 09:05 9 Gulan 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama YJK-E’yê Besra Uzun der barê kampanyaya ‘Ji CPT re name’ de axivî û got: “Em ê CPT rehet bernedin. Bila vê bizanibin. Azadiya serokatiyê azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê jî bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Di rojên borî de Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê bersiv da serlêdana der barê tecrîdê de û îdia kir ku ‘girtiyên Îmraliyê ji mafan wekhev fêdeyê digirin.’ Lê Dadgeriya Înfaza Bursayê di 28’ê Adarê de bi hinceta cezayê dîsîplînê heye sê meh cezayê hevdîtinê da malbatan.
 
Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di asta duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya "Hezar jin, yek deng" û kampanya ji CPT'yê re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.
 
Endama Yekitiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) Besra Uzun ku di kampanyayê de cih digire der barê kampanyayê de agahî da.
 
‘Tecrîd ne mijarek hêsan e’
 
Besrayê bertek nîşanê îdiaya ‘tecrîd tune ye’ ya Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê da  û got: “Em hemû dizanin ku li Îmraliyê tecrîd heye. Tecrîd hem li ser me hem li ser Abdullah Ocalan heye. Ev îşkence ye. Ger tecrîd tune ye çima malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin. Dixwazin me hemûyan tecrîd bikin. Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake.”
 
‘CPT rola xwe nalîze’
 
Besrayê got CPT li Tirkiyeyê serdana girtîgehan kiriye lê Îmrali ziyaret nekiriye û wiha domand: “CPT peywira xwe neanî cih. Ji ber vê me gelek çalakî pêk anîn. Ji bo CPT çavên xwe veke heyetekê ava bike û bişîne Îmraliyê em mal bi mal tax bi tax digerin û xebata nameyan dimeşînin. Heta niha me 3 hezar û 22 îmze û name şandin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. CPT ger ku dibêje ez mafan diparêzim divê gelê Kurd jî biparêze. CPT rola xwe nalîze.  Heta serokatiya me azad nebe em ê li kolanan bin. Çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê CPT rehet bernedin. Bila vê baş bizanibin. Bila gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibe.”