Di meha mijdarê de 36 jin hatin qetilkirin

  • 09:08 7 Kanûn 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha mijdarê de 36 jin hat qetilkirin û mirina 23 jinan bi guman e, 6 zarok hatin qetilkirin û 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên derbarê şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan rastiyê nîşan nade hejmar hêj bêtir zêde ye. Qetilkirina jinan û şîdeta li hemberî jinan bi polîtîka û gotinên îktîdarê ve girêdayî ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û şîdetê vedike. 
 
Ligel şert û mercên xirab ên li herêma erdehejê piştevaniya di navbera jinan de mezin bû, ligel vê jî bûn hedefa îktîdar û mêran. Bi taybetî di meha adarê de şîdeta li hemberî jinan zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nekarin gilî bikin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha li herêma erdhejê zarok jî para xwe ji şîdetê girt û bi her awayî bi bêparastin hatin hiştin. 
 
Li gorî daneyên ku me kom kir di meha mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.
 
Li Stenbolê 9, li Muglayê 3 li Îzmîrê 2, li Bûrsayê 2, li Çankiriyê 2, li Konyayê 2, li Mêrdînê 2, Manîsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Edeneyê 2, li Kayseriyê jinek, li Rihayê jinek, li Balikesirê jinek, li Têkirdagê jinek, li Antalyayê jinek, li Enqerê jinek, li Meletî jinek û li Denizliyê jî jinek hat qetilkirin.