'Bi encama hilbijartinan re serdemeke nû dest pê kir'

  • 15:42 22 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, têkildarî encamên hilbijartinê û encamên civînên PM û MYK’ê yên tevlîhev yên ku li dar xistine de ev tişt got: “Ji 1’ê Nîsanê û pê ve her kesê ku dixwaze di nava siyaseta Tirkiyeyê de hevkêşiyek pêk bîne, divê DEM Partiyê li ber çavan bigire. Ji ber ku bêyî DEM Patiyê nikarin rêyekê bibînin.” 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî encamên hilbijartinê û encamên civînên Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya tevlîhev û resen li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
 
Ayşegulê, anî ziman ku di civînê de nexşerêya xwe diyar kirine û wiha got: “Em wekî DEM Partiyê dixwazin di hilbijartina 31'ê adarê de kê ji bo çi winda kir û kî ji bo çi bi ser ketin bi pere parve bikin. Jin û ciwan tevî hemû zext tundiyan bi awayekî herî xurt û çalak tev li xebatên hilbijartinê bûn. Hemû beşdarên DEM Partiyê tevî hemû zextan xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Di encama vê xebat û têkoşînê de DEM Partî bû heviya vî welatî. Bû heviya welatekî demokratîk, azad û bi rûmet." 
 
Derfetên dewletê seferber kirin
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku partiyên îktîdarê li dijî DEM Partiyê hemû hêz û derfeta dewletê seferber kirin û wiha axivî: "DEM Partiyê li dijî partiyên ku derfetên dewletê dan pişt xwe şer kir. Ev pêşbirga hilbijartinê di şertên wek hev de pêş neket. Hem derfetên dewletê bikar anî û hem jî Serokkomar Erdogan bi xwe xebatên hilbijartinê meşand. Got 'Yê deng nede xizmet jî ji bo wan tune'. Li Kurdistanê leşker û polîs tev kirin hilbijar û bi hîle û xurteyan xwestin encamê bistînin. Lê tevî hemû hîle û xurdeyan gel dengê xwe da DEM Partiyê. Gel ji rejîma otorîter re got bes e. Hilbijartina rêveberiyên herêmî ne tenê hilbijartinek ji rêzê ye. Di 8-10 salên dawî de li Kurdistanê şaredarî bi destê qeyûm tên rêveberin. Rejîma qeyûm li ser kar e. 
 
Ayşegulê, da zanîn ku di vê hilbijartinê de hat dîtin ku DEM Partî partiya Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê ye û hem jî partiya kurdan e. Partiya ciwan, jin û bendestan e. Partiya xwendekar û karkeran e. Partiya hemû beşên civakê ye. Ji ber vê yekê hevî bi ser ket. Pêşeroj bi ser ket. Partiyên serdest divê êdî gavên nû bavêjin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê divê gavên şênber û çareseriyê bavêjin. Divê hem muxalefet û hem jî îktîdar vê yekê wisa binirxîne."  
 
Polîtîkaya çareseriya demokratîk
 
Ayşegulê bibîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de ji Qers û Wanê meşên azadiyê pêk hatin û wiha pêde çû: "DEM Partiyê piştgirî da vê meşê. Piştî meşê Newroz hat pîrozkirin. Hilbijêrên DEM partiyê yên di 31'ê adarêde çûn ser sindoqê çareserî û aştî xwestin. Li dijî şer û polîtîkayên înkarê, polîtîkayên çareseriya demokratîk xwestin. Ji operasyonan re gotin na. Ji tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin re gotin na." 
 
'Rêya sêyemîn nexşerê ye' 
 
Ayşegulê herî dawî da zanîn ku wan di civînê de li ser nexşerêyê jî niqaş kiriye û di encamê de nexşerê wekî siyaseta rêya sêyemîn dane pêş xwe û got: "Me wekî DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû li ser hemû  rê û rêbazan niqaş kir. "Ji bo li ser bingeha civaka demokratîk em hemû bawerî, deng u civakan di nava xwe de vehewînin em ê li ser xeta sêyemîn siyaseta xwe berdewam bikin. Di hilbijartinê de hat dîtin ku ji bo DEM Partiyê siyaseta rêya sêyemîn bi ser ket. Nexşerêya me siyaseta xeta sêyemîn e."