Li Wanê 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter bê pîrozkirin

  • 14:21 18 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Li Wanê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ê îsal wek mîtîngeke herêmî li Parka Musa Anter û bi beşdariya bajarên derdorê 1’ê Gulanê pîroz bikin.”
 
Ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Platforma Şaxên Wanê, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Koordînasyona Wanê û Konfederasyona Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê û Odeya Tabîbên Kar a Wanê ji bo “1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê” Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Mûrat Atabay li vir axivî û banga bernameya 1’ê Gulanê û tevlîbûna mitînga li Wanê kir û got, “Em ê îsal wek mîtîngeke herêmî li Parka Musa Anter û bi beşdariya navendên derdorê 1’ê Gulanê bi coş û hêvî pîroz bikin.”
 
Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Mûrat Atabay di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku 1’ê Gulanê roja yekîtî û têkoşîna karkeran e. Mûrat, wiha domand: “Em ê li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan li hev bicivin û li dijî her roj nane me yê ku biçûk dibe, tedbîrên edaletê ku tên xerakirin, maf û azadiyên me yên herî bingehîn ên tên desteserkirin re bejin na. Karker, kedkarên cemaweriyê, mîmar, endezyar, bijîjk, teqawît, jin û ciwanên ku wê li çar aliyê welêt bi taybet li Taksîmê ber bi qadên 1’ê Gulanê ve bimeşin, wê mil bi mil, mil bi mil mafên xwe biparêzin.”
 
Li Paraka Mûsa Anter mitîng 
 
Mûrat, ji bo mîtînga 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ya li Wanê banga tevlîbûnê kir û dawî li axaftinga xwe anî: “1’ê Gulana 2024’an wê bibe roja ku mijara kolektîf a ku dê demokrasiya ku bi fermana sermaye û rejîmên otorîter ên girêdayî wan ji nû ve ava bike, li welatê me û li cîhanê derkeve meydanan.”