Dayikên Aştiyê: Dewleta tirk li dijî girtiyan sûc dike

  • 09:04 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kir ku dewleta Tirk li girtîgehan li hember girtiyan sûc dike û wiha gotin: “Heqereta ku dewlet dike ne em ne jî zarokên me qebûl dike. Daxwazên zarokên me neyên qebûlkirin em ê nexşerê ya têkoşîna nû biafirînin. Em bang têkoşînê li hemû civakê dikin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 38 mehe tu agahî jê nayê girtin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî  çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. 
 
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê têkoşîn û daxwazên girtiyan de banga ‘bila her kes bikeve tevgerê û bibin hevkarê têkoşîna me’ kirin.
 
Daxwaz zelal in!
 
Dayika aştiyê Ayten Toprak da zanîn ku ji bo girtiyan çi hewce bike amade ne ku bikin û wiha got: “Em dayikên aştiyê dixwazin girtî  bên berdan. Bila dewlet dengê me bibihîze. Em dayik her roj têdikoşînê didin, çalakî û nobetan pêk tînin. Çima kes me nabihîze?  Çima kes hewldana me nabîne? Yekane daxwaza me aştiye. Bila ciwanên me nerizin. Kezeba dayikan dişewite. Girtî bi çalakiya boykotê d ene. Çima daxwazên wan tune ne. Çima dengê girtiya nayê bihistin. Divê her kes hestiyar tevbigere. Bila herkes ji bo girtiyan destê xwe bikin bin kevir.”
 
‘Dewlet sûc dike’
 
Aytenê bi lêv kir ku dewlet sûc dike û wiha dirêjî dayê: “Hemû cîhan û gel dizanin ku Tirkiye sûc dike. Bi salan e li ser kurdan zext hene û mafên wan ji dest tên giritn. Gelê Kurd li dijî vê  têkoşîna xwe didomîne. Li hember girtiyan û Gelê Kurd heqeret heye. Yên dengê xwe dikin tên giritn. Dixwazin me bêdeng bikin. Mafê me ji destê me tên girtin. Nahêlin em mafên xwe biparêzin. Yekane cihê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Em dayik wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Em mekanîzma daraz û edeletê şermezar dikin’
 
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz jî destnîşan kir ku pêvajoya ku girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de bûn dayikan bi çalakiya Nobeta Edeletê piştgirî dane girtiyan û wiha dirêjî dayê: “Ji bo çalakiya zarokên me bi encam be me bi hev re têkoşîn da. Yekane armanca me daxwaza zarokên me bên cih bû. Bi salane em ji bo aştiyê berxwe didin û israr dikin. Em her tim li alî aştiyê bûn. Daxwazên me zelal bûn. Em mekanîzma darazê ya dewletê qebûl nakin. Em pergala edelet û darazê şermezar dikin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku bibin hevkarê têkoşînê. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Ne em ne zarokên me vê qebûl dikin' 
 
Xizma girtî Gulsum Dag jî ev nirxandin kir: “Têkiliya girtiyên me ji me qût kirin. Girtî dernakevin hevdîtinê. Heta ev zilm û îşkence bidawî nebe wê zarokên me şûnde gavê navêjin. Zarokên me li girtîgehan di bin zilmê de ne. Mafên wan tên binpêkirin. Em cuda zarokên me cuda tên tecrîdkirin.bi hincetên cuda hevdîtin tên astengkirin. Ne em ne zarokên me vê zilmê qebûl nakin. Em di şopa zarokên xwe de ne. Em tecrîdê qebûl nakin.”