Şukran ku keda wê tê çewisandin: Divê têkoşîn zêde be

  • 09:02 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Şukran Aydogan ku ji ber zextên dewletê koçbr bûn û bi karkeriya zarokan bi salan keda wê hat binpêkirin piştre bû hemşîre. Şukranê got: “Di temenê ku divê min  li kolanê bilîstima neçar mam bixebitim. Ev ne tenê pirsgirêka min e ya hemû cîhanê ye. Pergala xebatê bi giştî ji bo tunekirina jiyana mirovan e. Divê têkoşîn hîn bêtir xurt bibe.”
 
Kedkar, karker, yên debara xwe dikin bi coş û kelecanek mezin diçin 1’ê Gulanê. Berbi 1’ê Gulanê ku gel xwe amade dikin maf û daxwazên xwe bînin ziman, yek ji aliyên ku tên tunekirin zarokên karkerin. Karkerên îro mixabin zarokên karker yên duh bûn. Yek ji van jî hemşîre Şukran Aydogan e. Şukranê karkeriya zarokan û binpêkirina di sektora tenduristiyê de vegot û got divê di 1’ê Gulanê de têkoşîn bê mezinkirin.
 
‘Di temenê divê bilîstima dixebitîm’
 
Şukranê li Ceyhan a Edenê tê dinê, di salên 90’3i de  ji Ceyhanê koçî Stenbolê dikin. Şukranê anî ziman ku wê demê dest bi xebatê kiriye û got: “Em hatin Stenbolê jiyan zehmet bû. Şert giran bûn. Em Kurd bûn. Bi mehan me xanî nedît.Min 10 salî dest bi xebatê kir. Vê texrîbatek mezin li ser me kir.  Ez 10 salî di tekstîlê de xebitîm. Patron bi çavên zarokatiyê nanêrin. Dibêjin em çiqas bidin xebitandin. 11 salan xebitîm. Sîgorteya min nehat çêkirin. Di temenê ku divê min li kolanê bilîsta de xebitîm. Ev ne pirsgirêka min ya cîhanê ye.” 
 
‘Zarokên keç yên karker pir zêde tên îstîsmarkirin’
 
Şukranê anî ziman ku piştî demekê xebat ji wan re normal hatiye dîtin û ev tişt bi lêv kir: “11 salan xebitîm. Di navberan de min dixwest bilîzim lê min nikaribû bikim. Divê min xwe mezin hîs bikira. Em 14 saetan dixebitîn. Zarokatiya me hat dizîn. Hebûna me tune hat hesibandin. Karkeriya zarokan ji nedîtîve tê dîtin.  Di xebatê de rewşa zarokên keç hîn zehmetir e. Tacîz, destdirêjî û heqeret li wan tê kirin. Min çi bigota malbatê bawer nedikir. Divê ev ji holê bê rakirin. Zarok derewan nakin. Zarokên keç yên karker di alî fîzîkî de pir tên îstîsmarkirin. Bi hezaran yên ku naxwazin bahsa rewşa xwe bikin hene.”
 
Têkoşîna xwe da
 
Şukranê destnîşan kir ku di 2011’an de hatine Ceyhanê û wiha dirêjî dayê: “Me dukanek dirûnê vekir. Lê zextên dewletê li vir jî pêşiya me berneda. Hefteyê carê bi ser malan de digirin. Min sê salan dirûnvanî kir. Ji ber êrîş û tacîzan min dukan girt. Em dîsa çûn Stenbolê.  Tevî hemû zextan ez li ser piyan mam. Ev salek jî ez pîşeya xwe dikim. Li nexwşexaneyek taybet wek hemşîre dixebitin. Sektora tenduristiyê pir girane. 12 saetan dixebitim.  Navbera xwarinê nîv saete. Ya çayê 15 deqeye. Em nikarin ji nexweşxaneyê derkevin derve. Mudaxaleyê navberê me jî dikin. Nexweşxane bûne wek mezbahaneyan. Divê nexweşxaneyên taybet bên kontrolkirin. Ev pergal ji bo qedandina jiyana mirovan e. Hefteyê 5 rojan nobetê digirim. Mirov tenê ji bo kirê bidin dixebitin. Lê nikarin debara xwe bikin. Divê têkoşîn hîn xurtir be. Em ê wek her tim îsal jî bi şîara jiyanek wekhev û bi edelet li qadên 1’ê Gulanê bin. Daxwaza min başkirina sektora tenduristiyê ye.”