Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin

  • 09:02 7 Cotmeh 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
 
Yeşîm Oruç 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya ajansa me  32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hatiye rû hev.
 
Daneyên tûndiyê yên di çapemeniyê de dertên, tabloya tûndiyê her diçe zêde dibe nîşan didin û ev tenê beşeke di çapemeniyê de xuay dike. Rêxistinên jinan diyar dikin ku sedema zêdebûna tûndiya li ser jinan girêdayê gotinên desthilatdariya serdest e.
 
Dengê jinên herêma erdhêjê nayê bihistin
 
Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî dibin hedefa desthilatdarî û mêr.  Di meha adarê de li herêmên erdhêjê tûndiya mêr zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayên pêşîgirtina tûndiyê jin nikarin dengê xwe bidin bihistin. Her wiha xebatên ji bo zarokan jî qels dimînin û zarok jî bi her cureyê tûndiyê re tên rû hev.
 
Li gorî çeteleya meha îlonê ya ajansa me  32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokek bi guman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hatiye rû hev.
 
Gumanbar yê herî nêz e
 
Ji jinên hatin qetilkirin; 12 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 5 jin ji aliyê mêrê dest jê berdabûn, yek ji aliyê hevalê xwe ku jê veqetiyabû, 2 jin ji aliyê nasên xwe ve, 4 jin ji aliyê mêrên kup ê re di asta destberdanê de bûn, 1 ji aliyê biraziyê xwe ve, yek ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe yê berê, yek ji aliyê hevjînê xwişka xwe yek ji aliyê mêrê ku nas nedikir ve hat 2 qetilkirin. Kujerê jinekê jÎ nayê zanîn.
 
Herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin
 
Li Stenbol 4,  Mereş 2, Çorum 1, Kocaelî 1, Enqere 3,  Manisa 1,  Karabuk 2,  Denizlî 1, Bursa 3, Antalya 1, Riha 2, Dilok 1, Mugla 1, Erzirom 1, Konya 2, Îzmîr 2, Kayseri 1, Amed 1, Afyonkarahisar 1, Tekirdag 1, Duzceyê jî 1  jinek hat qetilkirin.