26'ê Nîsana 1986'an: Teqîna Çernobîlê pêk hat

  • 09:01 26 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di Santrala Nukleer a Çernobîl a li Ukraynayê de têqînek pêk hat. Têqîn di 26'ê nîsana 1986’an da pê hat. Li gorî Pîvana Nukleer a Navneteweyî têqîna herî mezin pêk hatiye. Heta niha nayê zanîn ku çend kes di teqinê de jiyana xwe ji dest dane. Di encama teqînê de 600 hezar kes ji ber radyasyonê bi nexweşiya penceşêrê ketin. Lê hikûmeta tenê dane 31 kes da. Her wiha welatên derdorê jî ji teqînê bi bandor bûn. 
 
Hin bûyerên îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1995: Elîf Arslan û Ozlem Bozkurt li Tirkiyeyê bûn qeymeqamên yekem ên jin. 
 
2005: Serokwezîra Komara Afrîkaya Navîn Elisabeth Domîtîen jiyana xwe ji dest da. Cara yekem jinek li welat bû serokwezir. Ji 2'yê çileya 1975'an heta 4'ê nîsana 1976'an peywîra xwe domand. 
 
2010: Zankirta Şemrexa Mêrdinê di nav de 7 zarok heyî 44 kes hatin qetilkirin. Derbarê qetlîamê de 8 kes hatin girtin û ji bo 6 kesî jî 44 caran cezayê muebetê hat birîn. Her wiha ji bo kujerê ku temenê wê biçûk bû jî 15 sal û 44 caran cezayê muebetê hat birîn. Dîsa ji bo kesî ku li mala xwe çek weşartibû jî 15 sal ceza hat birîn. 
 
2016: Jinên Cibutîlî li dijî bêcezahiştina tecawizkar, êrîşkar û îşkencekarên li Cibutiya Efrîkayê li Ewropayê dest bi greva birçîbûnê kirin. 10 jinên Cibutîlî li Mala Gel a Belçîkayê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
2018: 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji bo polîsên ku bûn sedema mirina Enes Ata û Mahsum Mizrak, bi hinceta ku delîl kêm in biryara bereatê da.