Ayşegul Dogan: Dema rant û talanê qedya!

  • 21:28 26 Nîsan 2024
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi ban gotinan bersiv da wezîrê Dadê Yilmaz Tun  ku partiya wan hedef girtiye: “Di hilbijartinên Adarê de rejîma qeyûm çalê sindoqan bû. Dema rant, talanê qedya!”
 
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi girtinê tehdîdkir û vê carê jî şaredariyên partiyê hedef girt. Wezîr Yilmaz Tunç gotibû, saziyên rayedar di teyakuzê de ne. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesabê çapemeniya dîjtal X bersiv da wezîrê dadê.
 
 Ayşegulê wezîr Yilmaz Tunç etîket kir û di parvekirina xwe de wiha got: “Me berê jî pêşniyar kir, me wek pêşnûme lêkolînê da meclîsê. Em dubare bikin:Qeyûman çavkaniyên cemawerî ji kure veguhestine, ji bo kîjan faliyetan bikar anîne, hûnê lêkolîn bikin?Der barê nelêrêtiyên qeyûman de wê lêpirsînek bê vekirin?Mînak qeyûmê Êlihê şaredarî 3 mîlyar û 53 mîlyon di bin deyn de hiştiye hûnê vê parve bikin? Me netirsînin? Di hilbijartinên 31’ê Adarê de rejîma qeyûm çalê sindoqan hat kirin. Dema rant û talanê qedya!”