Di meha gulanê de 39 jin hatin qetilkirin

  • 09:02 6 Hezîran 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me di meha gulanê de 39 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û her wiha mirina 23 jinan jî bi guman e. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê û qetilkirina jinan didome. Lê daneyên ku ji hêla medyayê ve tê parvekirin tabloya rast denaxe holê û ji ber ku gelek qetilkirin û bûyerên şîdetê di medyayê de cih nagirin. Rêxistinên jinan di daxuyaniyên xwe de dikin ku kuştin û qetilkirina jinan ji ber gotinên îktîdarê yên serdest zêde dibin. Her wiha cezanekirina kujer û êrişkaran jî dibe sedemên sereke. 
 
Çend piştevaniya jinan li her qadên mezin bûn jî di heman demê de jî bû hedefa îktîdar û mêran. Bi taybetî di meha gulanê de li herêmên erdhejê şîdeta li hemberî jinê zêde bûn. Ji ber kêmasiya mekanîzmayên parastinê jî jinan ne karî dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha li herêmên erdhejê êrişa zayendî ya li hemberî zarokan jî her ku çû zêde bû. 
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha gulanê de 39 jin û zarokek hat qetilkirin. Jinek jî ji qetilkirinê rizgar bû. Mirina 23 jin û 3 zarokan jî bi guman e. Pitika ku destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. 
 
2 jin di dema doza veqetandinê berdewam dikir de, 4 jinên ku doza hevberdanê qediya bû, 12 jin ji hêla mêrên ku pê re zewicandî ve, 2 jin di dema veqedandinê de, 4 jin ji hêla mêrê ku pê re dijiyayî ve, 4 jin ji hêla kurê xwe ve, 4 jin ji hêla xizmên xwe ve, 2 jin ji hêla birayê xwe ve, 3 jin ji hêla naskiriyên xwe ve û 2 jin jî ji hêla kesên biyanî ve hatin qetilkirin. 
 
Li Edenê 6, Stenbolê 9, Meletî 1, Antalyayê 5, Îzmîrê 2, Muglayê 2, Konyayê 2, Amedê 3, Dîlokê 1, Trabzonê 1, Aydinê 2, Kocaeliyê 1, Wanê 1, Kirşehirê 1 û li Îzmîrê jî 2 jin hatin qetilkirin.