Tundiya dewlet-mêr a 10 mehan: Qetilkirin, bêcezahiştin

  • 09:10 23 Mijdar 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Der barê tundiya li hember jinan, polîtîkayên dewletê bihêlin jinê biparêze, berovajî vê destkeftiyên jinan hedef digire û her wiha bi polîtîka û nêzîkiya xwe  cesaretê dide gumanbaran. Di 10 mehên dawî de  299 jin û 45 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetikirin. 190 jin û 51 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Jin di sala 2022’yan de jî di hedefa dewlet-mêr de bûn. Li Rojhilat û Îranê piştî jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîmê ve hat qetikirin şûnde, jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li berxwe dan. Her wiha li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê  endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di suîkastê de hat qetilkirin. Lê jinan tevî hemû êrîşan ji sekna xwe ya ‘jin jiyan azadî’ dest bernedan.
 
Ber bi 25’ê Mijdarê ve, daneyên der barê tûndiya mêr-dewletê ya li Tirkiye û Kurdistanê hatiye jiyîn em bi we re parve dikin.
 
Çile
 
Li gor çeteleya tundiyê ya ajansa me her meh amade dike di meha ewil a 2022'yan de 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Daraza mêr jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundî paşguh kir û li dijî zarokan 11 bûyerên tecawiz û destdirêjiyê pêk hatin. 
 
Sibat
 
Di meha sibatê de jî 24 jin û 2 zarok hatin qetikirin. 26 jin û 7 zarok  bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin dîsa ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 12 jin ji aliyê hevjîn, 4 heb ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de, 4 heb ji aliyê xizmên xwe, 3 heb ji aliyên hevalên xwe yên mêr, 2 heb ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê birayê xwe ve hatin qetilkirin. Hewl hat dayîn du zarok bên qetilkirin. Zarokek bi guman birîndar bû. 3 zarok tundî lê hat kirin. 11 zarok destdirêjî lê hat kirin. Zarokekê jî li hember mêrê ku tundî lê kir parastina cewherî pêk anî.
 
Adar
 
Di meha Adarê de 26 zarok û 3 jin hatin qetikirin. 17 jê jin 2 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin ku 5 jin jî ji cihên bilind ketine û bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li 5 zarokî destdirêjî hat kirin. Tecawizî 5 zarokan hat kirin. Zarokek jî li qursa Kuranê tundî lê hat kirin. Di vê mehê de 10 bûyerên hewldana qetilkirina jinê hatin jiyîn. 8 jin tundî lê hatin kirin. Di Newrozê de 74 zarok hatin binçavikirin. Di 16’ê Adarê de li Amedê di serdegirtina malan de endamên Komeleya Rosa, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên HDP û sendîkayê hatin binçavkirin û 11 jin hatin girtin.
 
Nîsan
 
Li gorî çeteleya ajansa me kom kiriye di meha nîsanê de 31 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin û 12 jin û zarokek jî  bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Di meha nîsanê de jî gumanbar bê ceza hatin hiştin û hewldanên xwe yên qetilkirinê domandin.
 
Gulan
 
Di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatin qetilkirin. 9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî du heb ji aliyê mêrên ku biryara dûrxistina wan hebûn, 6 jin ji aliyê mêrên ku pê re di asta destberdanê de bûn hatin qetilkirin. Her wiha di vê mehê de li çar jinan jî îşkence hat kirin. 17 jin û 7 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hezîran 
 
Di meha hezîranê de jî 31 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. 24 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hewl hat dayîn 12 jin bên qetilkirin.  
Heyeta dadgehê di doza Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kir de ji ‘daxistina tahrîka bêmaf’ ceza daxist 23 salan. Der barê 5 gumanbarên din de jî biryara beratê da.
 
Tîrmeh
 
Li gorî daneyên me ji ser çapemeniyê û çapemeniya civakî kom kirine di meha tîrmehê de 31 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetikirin û 12 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê fesh kir û piştî vê bi dehan rêxistinên jinan û civaka sivîl û baroyan ji bo rawestîna biryarê serî li Şûraya Dewletê dan. Serlêdan di 28’ê Nîsan û 7-14 û 23’ê Hezîranê de bi rûniştinê hat dîtin. Piştî Dozan 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 19’ê Tîrmehê de 38 rûpel weşand û got ‘biryara serokomar nikare bê darizandin’ û biryara vekişîna Peymana Stenbolê erê kir. Li ser vê jin li her çar aliyê Tirkiyeyê daketin kolanan û peyama xwedîderketina li Peymanê dan.
 
Komîsyona Têkel ku ji hêla Komîsyona Edaletê û Makeqanûnê ve hatiye avakirin, têkildarî 5 fezlekeyên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz de civiya û biryar da ku parêzbendiya Salîhayê were rakirin.
 
Tebax
 
Li gorî daneyên me ji çapemeniyê kom kirine di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 heban jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3'ayan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Îlon
 
Di meha îlonê de jî mêran herî kêm 27 jin, 4 zarok qetil kirin. 13 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Di 13’ê îlonê de li Îranê jina bi navê Jîna Emînî ji aliyê rejîmê ve hat qetilkirin û piştî vê li hemû cîhanê çalakî pêk hatin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî jinan piştgirî dan berxwedana Îranê û xwedî li dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ derketin.
 
Cotmeh
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me berhev kiriye, di meha cotmehê de herî kêm 36 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 5 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. 21 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.