Çeteleya Tundiyê ya Îlonê: 27 jin qetil kirin 13 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan

  • 09:05 6 Cotmeh 2022
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ku her meh ji aliyê ajansa me ve tê amadekirin, di meha Îlonê de 27 jin hatin qetilkirin, 13 jin û 5 zarokan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di encama tundiya mêr dewletê de hama çi bigire her roj jin û zarok tên hedefkirin. Bersûcên ku ji qanûnên tên derxistin hêzê digire, ji tundiya dikin paşve gavê navêjin, li dijî vê jin jî ji têkoşîna xwe paşve gavê navêjin. Tenê di 8 mehên ewil ên sala 2022'yan de 236 jin hatine qetilkirin û daraza mêr jî bi biryarên ku wekî xelat dide bersûcan rê li ber tundiyê vedike.  Lê ji bo her jina ku tê qetilkirin, dirûşma "Jin jiyan azadî" tê berzkirin.
 
Ji îranê dengê dirûşma 'Jin jiyan azadî'
 
Li jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê di 14'ê Îlonê de bi îşkenceyê giran hat birîndarkirin û di 16'ê Îlonê de jî jiyana xwe ji dest da di serî de li rojhilatê Kurdistan û li tevahiya cîahnê jin daketin qadan û bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" çalakî li dar xisitin.
 
Parastina rewa
 
Li Amedê jina bi navê Z.S. ji aliyê birayê mêrê pê re hat zewicandin M.S. ve destdirêjî lê hat kirin. Li ser vê jina ku parastina xwe ya cewherî kir girtin nezaretê. Z.S. ya ku sewkî dadgehê hat kirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
Êrîşa nijadperest
 
Malbata ji Îdrê ya kurd ku li gundê Arpdere yê Încîrovaya Aydinê ji xwe re xanî kirî, di 11'ê Îlonê de nijadperestan êrîşî wan kir. Nijadperestên ku êrîşî malbata Îdirî ya li navçeya Efeler a Aydinê kirin gotin, "Em kurdan naxwazin" û di encamê de yek jê zarok ji heman malbatê 7 kes birîndar kirin.
 
27 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
 
Li gorî çeteleya ku me di meha îlonê de girt mêran herî kêm 27 jin û 4 zarok qetil kirine. Dîsa di meha cotmehê de 13 jin û 5 zarokan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Ji van jinan 12'yên wan ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicandin, 6 jiwan ji aliyê xizmên xwe û 5 jin jî ji ber daxwaza xwe ya berdanê, 2 ji ber berdanê, 1 ji aliyê lawê xwe ve û yek jî ji aliyê mêrê ku nas nedikir  ve hatin qetilkirin.
 
Li gorî bajaran dabeşkirin
 
Dîsa li gorî çeteleya me ji jinan 3 li Edenê, 3 li Stenbolê, 3 li Gîresunê, 2 li Gurgumê, 2 li Manêsayê, 1 li Bursayê, 1 li Amasyayê, 1 li Rihayê, 1 li Bartinê, 1 li Zonguldakê, 1 li Erzînganê, 1 li Rîzeyê, 1 li Mêrdînê, 1li Antalyayê, 1 li Kirşehirê, 1 li Şirnexê, 1 li Dîlokê, 1 li Samsûnê û 1 jî li Nîgdeyê hatine qetilkirin.
 
Biryara durxistinê
 
Jin dîsa li gel biryar dûrxistinê ku nayê piratîzekirin hatin qetilkirin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Yuregir ya  Edeneyê jina bi navê Şermîn Sari ji aliyê Erhan Poyraz ê ku xwe jê berdabû ve hat qetilkirin. Şermîn a ku 2 sal bû xwe ji Erhan Poyraz berdabû berî ku bê qetilkirin bi 4 rojan ji ber giliyê ku kiribû derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû girtin.
 
Dîsa derbarê Ahmet O. ê ku Handan O li Erzînganê qetil kir de jî biryara dûrxistinê hebû.