Meclisa Jinan a Dempartiyê encamnameya civîna xwe eşkere kir

  • 14:28 21 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Meclisa Jinan a Dempartiyê ku encamnameya civîana xwe eşkere kir, diyar kir ku ew ê rêveberiyên herêmî soza dane gel bi cih bînin û ev tişt hat gotin, "Rojava me ya sereke ew e ku em li dijî netew-dewletê û zayendperestî û mîlîtarîzmê, ji bo jiyana bi hev re ya gelan polîtîkaya li dijî şer mezin bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna piştî hilbijartinên xwecihî li dar xistibû eşkere kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di civînê de pêvajoya hilbijartinê û geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê hatine nirxandin. Bi domdarî hat gotin ku di civînê de têkildarî têkoşîn û bernameya birêxistinkirinê biryar hatine dayîn. 
 
Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin: “Bloqa îktîdarê hewl da careke din qadên rêveberiyên navendî-herêmî dîsa bi dest bixe û faşîzmê misoger bike. Ji bo vê jî di hilbijartinên 31’ê Adarê de hemû derfetên dewletê û saziyên wê seferber kir, li dijî gel û jinên kurd hemû rêbazên şerê taybet bi kar anî. Lê jinan û gelan têkçûneke mezin bi îktîdarê da jiyîn û encamekî ku hilbijartinan jî derbas dike bi xw re anî. Tevî van şert û mercên ne adilane û newekhev, taktîkên şerê taybet û hilbijêrên qeyûm ku bi gotina ‘biaxive! Tu ji ku yî?’ di bîra her kesî de cih girtin jî; gelê kurd, jin, ciwan, kedkar, astengdar, bawermendên tune tên hesibandin, LGBTÎ+ û yên ji bo xweza û jiyanê têdikoşin bi ser ketin. 
 
Bersîv hat dayîn
 
Rejîma qeyûm ku li dijî gelê kurd û pergala azadîxwaziya jinê û bi giştî li ser bingeha polîtîkaya înkar û tunekirinê hatiye sazkirin, careke din bi nerazîbûneke mezin paşve hatiye şandin. Bi taybet jî berxwedan û piştevaniya mezin a li Wanê derketî holê, weke li ser sindoqê di heman demê de îradeya gel li kolanê jî nîşan daye. Nakokiya di navbera hêvî, bendewarî û pêdiviyên gelên Tirkiyeyê û ya rejîm û alîgirên wê de her ku diçe kûrtir dibe û ev yek veguheriye bertekekî civakî. Jin û ciwanên terkî xizaniya roj bi roj girantir dibe, terkî bêkarî, bêrêxistinî, bêçaretî û bêdahatûyê haine kirin, hemû gelên bi polîtîkayên şer û tundiyê tên tepereserkirin, di serî de li metropolan, bersiveke zelal dan rejîmê. 
 
Berxwedana jinan
 
Yek ji mîmarên sereke yên vê atmosfera polîtîkaya nû derketî holê jî têkoşîn, azwerî û berxwedana bibiryar a jinan e. Têkoşîna jinan a li dijî tundî û faşîzma mêr-dewletê ku îktîdar hejand, bûye çavkaniya tevahiya muxalefetê. Jinan di vê hilbijartinê de careke din nîşan dan ku dê rê nedin serdestiya zilam û faşîzma wan. Partiya me, têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û ya tevgerên jinan ên Tirkiyeyê girêdayî hev kir û li rexekî rejîma qeyûm a dijminane şand û li hêla din jî bi serkeftina xwe nehişt faşîzm sazûman bibe. 
 
Êrîş vala hatin derxistin
 
Êrişên ji bo krîmînalîzekirina heverokatî û nûnertiya wekhev, valakirina hundirê wê û bêqîmetkirina wê, eleqeya xwe bi polîtîkayên dijî jinan heye. Lê partiya me bibiryar tawîz ji xeta azadîxwaziya jinê berneda, bi saya berxwedan û keda jinan a bêhempa, bi saya tecrubeya demokratîk a gelê kurd ev êriş vala hatin derxistin û serkeftina têkoşîna azadiya jinê tevahiya erdnîgariyê bi rengê mor xemiland. Ji meşên azadiyê yên li dijî tecrîdê heta nobetên edaletê, ji 8’ê Adarê heta Newrozê, têkoşîna xwe li gel jinan gav bi gav birêxistin kir; bi pêşhilbijartinan re mînakeke demokrasiya yekser a bêhempa derxist holê û ji bo avakirina rêveberiyên herêmî yên li ser esasê azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokrasiyê ketiye nava liv û tevgerê. 
 
Rêya sêyemîn
 
Weke Meclisa Jinan, em modêla xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev weke sazûmaniya azadiya civakê dibînin. Di serî de jin, em ê têkoşîna xwe bi modêla rêveberiyên herêmî ya ku tevahiya civakî jî tev li dike mezin bikin. Bêyî ku demokrasiya herêmî ji wijdana partiyên siyasî yên mêr-serdest re bihêlin; ji bo Rêya Sêyemîn bixin meriyetê me li gel jin, ciwan, astengdar, kedkar anku gelan dest bi xebatan kir. Bi îdiaya xwe ya jiyana nû re em jin dê xizaniyê ji holê rakin, tundî, kedxwarî û bindestiyê bi dawî bikin û soza xwe ya ji bo rêveberiyên herêmî bi cih tînin. 
 
Di van şert û mercên ku li Rojhilata Navîn şer û şîdet her ku diçe kûrtir dibe, ji bo gelan, bi taybetî jî ji bo jinan girîngiya tevgereke li dijî şer a ji nava civakê li welat û herêmê ku bê agakirin xwe nîşan dide. Ji ber ku em hemû dizanin ku şer û koçberiya bi darê zorê encamên çawa li ser jiyana jinan çêdike. Di rastiyê de diyar e ku herî zêde jin di bin bandora krîzên pirjimar ên vî şerî de dimînin û her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe.  Di vî warî de rojeva me ya sereke ew e ku em li dijî şerên netew-dewletan  ji bo jiyana hevpar a gelan polîtîkaya li dijî şer mezin bikin.
 
Em ê rê nedin wan
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ku ji aliyê desthilatdariya kolonyalîst û mêr ve tê pêşxisitn, li dijî bedena jinê  weke êrîşeke bêperwa dewam dike. Li Şirnexê ji aliyê çawîşê pispor ve êrîşa zayendî ya li dijî jinan a ku dewleta mêr wekî şerê taybet kiriye meriyetê, ji van polîtîkayan ne serbixwe ye. Biryara der barê 3 kesên ku di sala 2021’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi şantajê bi awayekî sîstematîk tecawiz li jineke 22 salî kiribûn, ku yek ji wan cerdevan bû, berdewamiya vê yekê ye. Zêdebûna bûyerên nû yên tacîz, destavêtin, îstîsmar û tundiya li dijî jinên Kurd ji aliyê hêzên hiqûqî û hêzên şerê taybet ve her roj vê êrîşa sîstematîk careke din radixe ber çavan. Weke Meclîsa Jinê em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê bilind bikin û derxin holê û em ê rê nedin wan.
 
Şoreşa jinê 
 
Tevî van hemû polîtîkayên şer jî em dîsa bêhiqûqiya di doza Kumpasê ya Kobanê de derketiye holê teşîr dikin. Em ê bi hevalên xwe yên ji doza Kobanî tên darizandin re bin û em dibêjin ku şoreşa Kobanî "Şoreşa Jinê" ya li dijî dewleta mêr û daraza  wê ye ku nikare biryara xwe jî rave bike. Çawa ku me di Doza Kobanî de rûyê DAIŞ'ê derxist holê, em ê jin jî modela xwe ya azadiya jinê ji hundir ve ava bikin. 
 
Banga bi hev re rêvebirinê
 
Em bang li hemû jinên ku ji bo ked, nasname û bedena xwe kolanan naterikînin, li hemberî desthilatdariya mêr serî natewînin û di her şert û mercî de daxwaza wekhevî, azadî û edaletê dikin, em dibêjin werin em  bi hev re têbikoşin û bi hev re rêve bibin."