Di meha gulanê de 25 jin hat kuştin

  • 13:15 4 Hezîran 2021
  • Çeteleya Tundîyê
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li gorî daneyên ku me kom kir di meha gulanê de 25 jin û 6 zarok hatin kuştin. Her wiha piştî betalkirina Peymana Stenbolê ji 20'ê adarê heta 20'ê gulanê 44 jin hatin kuştin. 
 
Bi ser betalkirina Peymana Stenbolê 2 meh derbasbû. Hikûmet li şûna ku jinê biparêze, hewlda ku kujer û êrişakaran biparêz e. Hikûmeta ku qetilkirina jinan nedîtive dibîne û pesnê kujeran dide. Li gorî agahiyên Wezîrê Karê Hundirin Suleyman Soylu di nava mehekî de ji sedî 26 kuştina jinê kêm bûye û tenê 25 jin hatine kuştin. Lê daneyên ku li ber me jî rastiyek din tîne ziman. Piştî betalkirina peymanê ji 20'ê adarê heta 20'ê gulanê 44 jin hatin kuştin. Her wiha di meha gulanê de jî 25 jin hatin kuştin.
 
Bi betalkirina peymanê re di nav 10 rojane de 11 jin hatin kuştin. Her wiha heta 20'ê nîsanê jî 13 jin hatin kuştin. Her wiha di tevahiya meha gulanê de jî 25 jin hat kuştin. Her wiha Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di rapora xwe ya meha gulanê aşkera kiribû û li gorî rapora wan di meha gulanê de 17 jin hatiye kuştin û mirina 20 jinan jî bi guman e. 
 
Li gorî nûçeyên ku derketin me dane kom kirin. Li gorî daneyên ku me kom kir di meha gulanê de 25 jin hatine kuştin. Kujerên 3 jinan nehat dîtin. Her wiha mirina 28 jinan jî bi guman e. 18 jin bi şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû man. Her wiha di meha gulanê de 6 zarok hat kuştin, 6 zarok jî bi êrişa zayendî re rûbirû ma û mirina 5 zarokan jî bi guman e. 
 
Her wiha dadgeh jî wekî her tim bi hinceta "Rewşa baş" cezayê kujeran kêm kir. Dîsa di meha gulanê de jî jin li dijî tacizê xwe parast û bi hewldanên xwe êrişkar dan girtin. 10 jin ji hêla mêrên pê re zewicandî re hat kuştin, 2 jin ji hêla zarokên xwe ve, 2 jin ji hêla mêrên ku jê veqetiyayî ve, jinek di merheleya veqedandinê de, jinek ji hêla mêrên ku biryara dûrxistinê hatiye dayîn ve, jinek ji hêla birayê xwe ve, jinek ji hêla ferdên malbatê ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve û jinek ji hêla hevalê xwe ve hatin kuştin.