Çeteleya meha nîsanê: Herî kêm 17 jin hatin qetilkirin

  • 09:05 5 Gulan 2021
  • Çeteleya Tundîyê
Dîlan Babat
 
ENQERE - Desthilatdariya ku Peymana Stenbolê fesh kir û gumanbar parast, di vê mehê de bû sedema mirina 17 jinan. Li gorî bîlançoya mehane 12 jinî bi gumana jiyana xwe ji dest dan û 5 jin jî rastî hewldana qetilkirinê hatin, 3 zarok jî hatine qetilkirin.
 
Polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê û bêcezahiştina mêran vê mehê jî bû sedema qetilkirina jinan. Desthilatdariya ku dest ji polîtîkayên bêcezabûnê berneda, di meha nîsanê de jî bû sedema qetilkirina  jinan. Di meha nîsanê de 18 jin hatin qetilkirin, 14 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Tecawizî 4 zarokan hat kirin û darazê gumanbarê  tecawiza li Kîlîsê bê ceza hişt.
 
Bi feshkirina Peymana Stenbolê re, di meha nîsanê de jî bi daneyan hat dîtin ku mêran çiqas cesaret girtiye. Jin li malê, kolan, kargeriyan ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.  Jinên gotin ‘em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ pankartên wan hatin qedexekirin û ji ber kolan terk nekirin cezayê pere li wan hat birîn. 
 
Wezaretê dest bi girtina daneyan kir
 
Yek ji xalên girîng a Peymana Stenbolê ev bû ku dewlet der barê şîdeta mêr de daneyan bigire. Lê hikûmetê piştî feshkirina peymanê dest bi girtina daneyan kir. Wezareta karê hundir, îdia kir ku bandora peymanê di kuştinên jinan de tune ye û dest bi girtina bîlançoyê kir. Li gorî daneyên wezaretê di meha Nîsanê de 17 jin hatine qetilkirin. Ev daneya wezaretê jî nîşan dide ku ewlehiya canê jinê tune ye û peyman çiqas girîng e.
 
Di meha Nîsanê de 17 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin û 14 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Em wek ajans her meh ji nûçeyên ku dikevin malperan, bûyerên şîdeta mêr kom dikin û bi we re parve dikin. Li gorî vê di meha nîsanê de 17 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 12 jin bi guman mirine. 5 jin bi qetilkirinê re hatin rû hev, 3 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Îstismar li 5 zarokî hat kirin û zarokek bi guman jiyana xwe ji dest daye.