Çeteleya meha adarê: Herî kêm 13 jin hatin qetilkirin

  • 11:11 5 Nîsan 2019
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Di meha adarê de herî kêm 13 jin hatin qetilkirin. Zarok dîsa ji kesên nêzî wan ve bi îstismara zayendî rû bi rû hatin hiştin û darazê dîsa derbarê bersûcan de piratîka "halê baş" bi kar anî. 
 
Sererastikirinên ku di zagonên mevcût de nayên kirin dibe sedem ku gelek jin ji aliyê kesên herî nas ve bên qetilkirin. Gotinên zayendperest ên medyayê jî dibe sedem ku jin bên qetilkirin û bi tundiyê rû bi rû bên hiştin. Ji meha 2019'an heta niha dîsa jin bi tecawiz û tundiyê rû bi rû tên hiştin. Her wiha ji ber ku gelek caran ceza kêm tê dayin an jî tê daketin gelek zarok jî bi îstismara zayendî rû bi rû tên hiştin. Me tundiya çeteleyê ya vê mehê ya ku di ajansa me de cih digirt amade kir. 
 
Li gor daneyên ku me diyar kirin di meha adarê de 13 jin hatin qetilkirin. 3 jin bi tundiya sîstematîk rû bi rû hatin hiştin. 8 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû hatin hiştin. Zarok bi awayekî bi guman mirî hatibû dîtin. Di 3 dozên îstismarê yên  li dijî zarokan jî darazê daxistina "halê baş" pêk anî."
 
Jinên ku hatin qetilkirin û kiryarên wan diyar in:
 
*Li Navçeya Çigilê ya Îzmîrê jina bi navê Ayyuş Çetin ji aliyê Saim Aydin ve hat qetilkirin. 
 
*Li Navçeya Beyogluya Stenbolê mêrê bi navê Îdris Ç. jina bi navê K.K qetil kir. 
 
*Li Navçeya Kemana Kirşehirê Mehmet Talu, Fikar Talu qetil kir. 
 
*Li Navçeya Mêrsînê Suleyman E. Leyli E. qetil kir. 
 
*Li Naçveya Bornovaya Îzmîrê Mehmet Guneş, Fatma Yildiz qetil kir.
 
*Li Kuçukçekmeceya Stenbolê Eren Erdogan tundî li jina bi navê Fatma Erdogan a ku  bi wî re zewicî bû, kir û piştre qetil kir. 
 
*Li Dîokê Ahmet Karacaoglan, Saadet Karacaoglan qetil kir. 
 
*Li Navçeya Karataya Konyayê Huseyin B. Muslime B. qetil kir. 
 
*Li Navçeya Efeler a Aydinê Ercan Ozturk Zeynep Ozturk a ku dikira dev jî wî berda qetil kir. 
 
*Li Erziromê Ozgur P. Seher P. ya ku dikira dev ji wî berda qetil kir. 
 
*Li Maltepeya Stenbolê Zeynel Akbaş, Fatma Şengul qetil kir. 
 
Jinên hatin qetilkirin û kiryarên wan ne diyar in:
 
*Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê Melek Yildiz Karratay bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
*Hat îdiakirin ku Ozlem Gul a ku li Licê ya Amedê dixebitî dawî li jiyana xwe aniye. 
 
*Yeldana Karaman a ku di televizyonek herêmî ya Xarpêtê pêşkeşvanî dikir û li Fakulteya Xarpêtê xwendekar bû hat qetilkirin. 
 
*Li Navçeya Umraniye ya Stenbolê Arzu Ozkan hat qetilkirin lê nehat diyarkirin ku ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. 
 
*Li Navçeya Tersûsa Mêrsînê hat diyarkirin ku Rabia Demir xwe ji wesayitê avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.  
 
Tundiya li ser jinê
 
*Li Naçveya Enqereyê Cem G. jina ku bi wî re zewicî dikira qetil bikira.  
 
*Li Kuçeya Încesuya Enqereyê jina ku çû dengê xwe bi kar bîne ji aliyê mêrê ku dev jê berdabû bi kêrê hat birîndarkirin. 
 
*Li wesayîta EGO ya Enqereyê S.B jina bi navê K.K tacîz kir û ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan. 
 
Îstismara li dijî zarok 
 
*Li Stenbolê 11 kesî zarokek îstimsar kirin û hatin girtin. 
 
*Li Navçeya Menderesa Aydinê M.B zarokak îstismar kir. M.B hat girtin. 
 
*Li Navçeya Gogsiyê Erziromê E.B (17) û R.B (18), R.K (14) îstismar kirin û E.B (17) û R.B (18) hatin girtin. 
 
*Li Navçeya Malkara ya Tekirdagê Ozkan D. zarokek astengdar îstismar kir û Ozkan hat girtin. 
 
*Li Aydinê Kemal Çulhaloglu û Osman Dayran zarokek îstismar kirin û hatin girtin.  
 
*B. ku 11 salî ye ji aliyê xizmê xwe yê bi navê Mehmet Ali P. hat îstismarkirin. Hat hînbûn ku 2 jinê ku ji heman malbatê ye ew jî hatin îstismarkirin.  
 
*Serokê Komeleya Parastina Zarokan Erhan Nacar ji ber ku zaroka xwe îstimar kir hat girtin û 24 saet derbas nebû hat berdan. 
 
*Li Îzîrê Mustafa D. zarokek îstismar kir û hat girtin. 
 
Zarokên hatin qetilkirin
 
*Li Kirklareliyê zarokek hat qetilkirin.
 
Daketina halê baş
 
*Ali K. yê ku li Osmaniyeyê 11 zarok îstismar kir 297 salan ceza girt. Lê cezayê wî daket 183 sal û 4 mehan.  
 
*M.Y yê ku zarokek îstismar kir ji ber daketina halê baş cezayê wî daket 17 salan
 
*Li Navçeya Adilcewaza Bedlisê P.S ji aliyê apê xwe F.S bi îstismara zayendî rû bi rû hat hiştin û cezayê wî yê 15 sala bi hinceta "delîl tune ye" hat betalkirin.