Dayikên di Nobeta Edaletê de bûn: Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e

  • 09:05 10 Nîsan 2024
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
WAN - Dayikên ku di Nobeta Edaletê de bûn, der barê çalakiya girtiyan a boykotê de ku axivîn, destnîşan kirin ku qonaxeke nû û zehmet dest pê kiriye. Dayikan, bi lêv kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bê û gotin: “Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e.”
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, tu agahî nayê girtin. Girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne jî di heman şert û mercên tecrîdê de ne. Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, di roja 130’î de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê di 4’ê Nîsanê de bi dawî kirin, diyar kirin ku dê çalakiya xwe bi “boykotkirina derketina dadgehan, hevdîtina malbatê û telefonê” bidomînin. Bi vê yekê re çalakiya girtiyan di roja xwe ya 136’an de di qonaxeke nû de didome.
 
‘Bila aştî bê vî welatî’
 
Dayika bi navê Asya Ozlu, bi bîr xist ku girtiyên di girtîgehan de 4 mehan di çalakiya greva birçîbûnê de mane û niha jî dest bi çalakiya boykotê kirine. Asya, bal kişand ser Meşa Azadiyê ya Mezin û çalakiya xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ne û wiha pê de çû: “Her wiha meşa azadiyê hatibû destpêkirin û dayikên girtiyan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Girtî di girtîgehan de li ber xwe didin. Em li benda tiştekî xweş in ku ev zilm bi dawî bibe û daxwazên girtiyên me bi cih bê. Lê belê desthilatdariyê tu bersivek neda me. Em dixwazin edalet bê ser vê xakê. Êdî bes e bila xwîn nerije. Em naxwazin leşker, polîs û gerîla bên kuştin. Em bi kuştin û girtinê xilas nabin. Dawiya her xirabiyê xweşî ye. Lê heta niha gavek çareseriyê nehatiye avêtin. Ev 25 sal in tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Ji bo rakirina tecrîdê desthilatdar gavên çareseriyê navêje. Em li benda agahiyek xweş in ku bê dayîn. Zarokên me di girtîgehan de li ber mirinê ne. Em ê 6 mehan nekaribin ji zarokên xwe tu agahiyekê bigirin. Êdî bes e bila gavek çareseriyê bê avêtin. Tecrîdek giran li ser vî gelî û girtîgehan dimeşînin. Ev tecrît zilm e. Êdî bes e ji vê koletiyê re. Em jî mafê xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila aştî bê vî welatî. Êdî bes e wê heta kengî ev zim berdewam bike. Em bi kuştin û girtinê xilas nabin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Dewlet bila gavekê ji bo girtiyan bavêje. 4 mehan di çalakiya greva birçûbûnê de man. Êdî bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Êdî bes e, êdî bes e.”    
 
‘Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e’
 
Ayşe Tûrgût a ku tî yê wê girtî ye, destnîşan kir ku tecrîdek giran li ser girtiyan tê meşadin û got ku divê ev tecrît demildest bê rakirin. Ayşe, bi lêv kir ku girtî bedena xwe didin ber mirinê û wiha domand: “Bila tecrîda ser girtiyan rabe. Bila tecrît rabe û aştiyek bê vî welatî. Girtiyan biryar girtine ku dê dernekevin hevdîtinê. Girtî dibêjin ku heta pirsgirêk neyê çareserkirin dê dernekevin hevdîtinan. Zarokên me di girtîgehan de, di bin zilmê de ne û wîjdanê me malbatan qebûl nake ku em di malên xwe de rûnên. Çavê me li vê rêyê ye ku rêya aştiyê û çareseriyê bê avakirin. Em dayik tenê daxwaza aştiyê dikin. Ev tecrît ne tecrîdeke normal e. Ev tecrît li tu cihekî dinyayê tune ye. Tecrîdek giran li ser girtiyan tê meşandin. Divê demildest ev tecrît bi dawî bibe. Bila daxwazên girtiyan pêk bê û malbat bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Dewlet pêwîst e ji bo daxwazên girtiyan gavekê bavêje. Ji bo ev zilma li ser girtiyan bi dawî bibe divê demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ger ku hevdîtin bên kirin dê ev zilm jî bi dawî bibe. Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e. Bila tecrîdê rabikin û rêyên çareseriyê vebikin. Ger ku hevdîtin neyên kirin dibe ku cenaze dîsa ji girtîgehan derbikevin. Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Em jî êdî jiyanek aram dixwazin. Em şer naxwazin.”
 
‘Bila daxwazên girtiyan demildest pêk bînin’
 
Dayika bi navê Tevrat Bahadir a ku xizmên wê Reşat Bayhan, Tûfan Bayhan û Gulşen Bahatir girtîne, anî ziman ku hemû bi hev re hatine girtin, cezayê heta hetayê hatiye dayîn û 8 sal in girtî ne. Tevrat, got her girtiyek di girtîgehên cuda de ne û wiha pê de çû: “Em dixwazin ev tecrît rabibe û dinya xweştir bibe. Dinya mezin e û têra me hemûyan jî heye. Rêberekî me yê ku rê rast bike ew e. Birêz Ocalan dikare cihanê xweştir bike. Em vê tecrîdê şermezar dikin û dixwazin rabe. Tecrît bila hem li ser Birêz Ocalan û hem jî ji ser hemû girtîgehan rabe. Em wekheviyê dixwazin, em kuştin û girtinê naxwazin. Dinyaya ku ev qas xweş e, me çima ev qas ne xweş kiriye. Lê niha hemû zarokên me girtî ne û di girtîgehan de ne. Em bi tenê xweşiyê dixwazin. Kurd û tirk bila hemû bi hevre di nava wekheviyê de bijîn. Girtiyan biryar dane ku 6 mehan bi kesekî re hevdîtinê nekin û dest bi çalakiya boykotê kirine. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin ji rewşa zarokên xwe agahî bigirin. Lê êdî ew jî dernakevin hevdîtinê. Bila rêya çareseriyê bê avakirin. Em wekhevî û aştiyê dixwazin. Me rojek xweş nedîtiye. Her daîm kuştin, girtin derdikevin pêşiya me. Bila hemû gelên derve jî dengê xwe bilind bikin. Em vê bêdengiyê bişkînin. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Bila daxwazên girtiyan demildest pêk bînin.”  
 
‘Bila dewlet bêdeng nemîne’
 
Dayik Rabîa Algor jî destnîşan kir ku bi hezaran girtî li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê û got ku ji neçariyê jiyana xwe ji dest didin. Rabîa, wiha axivî: “Ma mirovek çawa jiyana xwe ji dest bide. Êdî hatiye astek wisa ku ciwanên me di girtîgehan de bedena xwe didin ber birçîbûnê. Girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn, lê niha jî ketine çalakiya boykotê. Ev çalakî ji mirinê xirabtir e. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bi wan re bikin. Ji ber vê yekê jî divê demildest çareseriyek çêbibe. Heta mirinê jî li ser vê biryarê ne. Berê me didin ber roja tarî. Girtî ev ne 4 meh bi tenê ye, bi salan e dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Beriya ku rewş xirabtir bibe bila çareseriyek bê dîtin. Em daxwaza edaletê dikin. Em tenê dibêjin aştî. Bila rêya aştiyê bê avakirin. Em naxwazin tu mirovek bimire. Em dayik edaletê dixwazin. Heta ku em nebin yek em nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û nikarin rehet bibin. Girtî ku dema ketin greva birçîbûnê dilê dayikan dişewitî. Lê niha êdî ji girtiyan deng dernayê. Ev tiştekî gelek zor û zehmet e. Girtî jî bi biryar in ku heta gavek neyê avêtin dê çalakiya xwe bi dawî nekin. Ez bang li hemû dewletan dikim ku bila bêdeng nemînin. Bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Bila hemû malbat jî daxwazên girtiyên xwe pêk bînin.”