Dayikên Aştiyê banga berdana Makbûle Ozer kirin

  • 15:48 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Makbûle Ozer û êrişên li hemberî Çapemeniya Azad dan û gotin: "Li dijî zilmê dê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê li Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a herêmê hatin cem he û girtina Makbûle Ozer û êrişên li hemberî Çapemeniya Azad şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Heq, hiqûq, edalet" hat berzkirin. 
 
Behiya Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo kurdan hêj edalet pêk nehatiye û got: "Dayika Makbûle 82 salî ye û dema birin girtîgehê bi zorê dimeşiya. Ev yek ne qanûnî ye. Dayika temen mezin dibin girtîgehê û îşkence li wan dikin, heqaretê li wan dikin. Em qebûl nakin. Heke edaletek hebe divê her kes sûdê jê bigire. Ne tenê diz û çete sûdê bigirin. Dema mijar dibe kurd li tevahiya cîhanê êdalet nayê pratîzekirin. Zilmê li kurdan rewa dibînin. Ez bang li Wezareta Dadê dikim bila berpirsiyariya xwe pêk bîne û dayikên me yên nexweş bila serbest berde. Dayika Makbûle ne bi tenê ye." 
 
Fehîme Poyraz jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku li hemberî îlhalkirina mafên girtiyan tu carî serî natewînin û wiha bi lêv  kir: "Em êrişa li hemberî girtiyan, jinan û rojnamegeran qebûl nakin. Rojnameger Esra Solîn Dal piştî ku hat girtin lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em ê her tim li cem Çapemeniya Azad bin û em Çapemeniya Azad tenê nahêlin." 
 
Peyruze Kurt jî, bertek nîşanî serdegirtina Medya Haber û Stêrk TV da û wiha axivî: "Medya Haber û Stêrk TV çavê me ye. Bila destê xwe yê qirêj ji Çapemeniya Azad bikişînin. Lê çend zilm û zextan bikin jî nikarin rastiyan veşêrin. Em ê her tim dengê xwe bilind bikin."