‘Em azadiya Rêberê xwe dixwazin’

  • 09:38 8 Sibat 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli konferansa bi dirûşmeya Azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Helebê hat lidarxistin bûn wiha gotin:“ Ev cara yekem e ku em konferansek bi vî awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin. Em jî her hewldanên xwe nû dikin ji bo ku em zêdetir çalakiyên xwe li dar bixin û bi riya wê dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê ku em azadiya rêberê xwe dixwazin."
 
Bi dirûşmeya Azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye Meclisa Malbatên Şehîdan û Însîyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferansa Girseyî li salona star layit a ku dikeve herêma bi navê Şiqeyêf a xerbiya taxê li dar xis. Di vê konferansê de malbatên pakrewanan,malbatên şervanên azadiya Kurdistanê, meclis, partî û komînên taxê her wiha ji kantona Şehba jî Meclisa Malbatên Şehîdan amede bûn. Bi riya skypê ji Misirê jî Cîgirê Serokê Kongreya Cîhanî ya Amazîxî li Misrê Emanî Ebdi Allwahêd tevlî konferansê bû.
 
Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo û Berdevka Meclisa Malbetên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rewşan Mihemed têkildarî mijarê axivîn.
 
 
'Gel xwedî li Rêberê xwe derdikeve'
 
Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo wiha got:"Me konferansa xwe li Kantona Şehbayê li dar xist û îro li Helebê jî me vê konferansê çêdikin û bi dirûşma dem dema azadiyê ye em her çalakiyên xwe zêdetir dikin. Bi riya zêdekirina lidarxistina çalakiyên xwe em azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Îro dewamkirina tecrîdê ya li ser Rêbertî li ber çavên hemî dinyayê eşkere ye lê tu kes bi erka xwe ya mirovî ranabe. Em jî weke gelê kurd ku di nava xwe de hemî pêkhateyên heyî dihewînin bi dewamiya çalakiyên xwe em ê azadiya Rêberê xwe misoger bikin."
 
‘Bi yek dest û rihî em çalakiyên xwe didomînin’
 
Xedîceyê da zanîn ew bi yek dest û rihî çalakiyên xwe didomînin û wiha pê de çû:"Em dibînin ku di van salên dawî de tevahî cîhan û gel di nava liv û tevgerê de ne. Em jî weke gelê kurd li Rojava piştgiriya xwe didin gelê me yên ku îro ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava giravê de, bi yek dest û rihî çalakî û berxwedana xwe didin domandin."
 
‘Em azadiya Rêberê xwe dixwazin’
 
Berdevka Meclisa Malbetên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rewşan Mihemed jî ji ajansa me re derbarê lidarxistina konferansê de wiha got:”Ev cara yekem e ku em konferansek bi vî awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin. Em jî her hewldanên xwe nû dikin ji bo ku em zêdetir çalakiyên xwe li dar bixin û bi riya wê dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê ku em azadiya rêberê xwe dixwazin."
 
Ji bo belavkirina ramanên Abdullah Ocalan di nava tekoşînê de ne
 
Di dawiya axaftina xwe de Rewşanê da diyarkirin ku ev 25 sal in Abdullah Ocalan di Girava Îmraliyê de ye û got:”Îro gelê kurd û tevahî gelên aştîxwaz ji bo ku Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bikin her li ser piyan e, di nava tekoşînê de ne. Em jî ji bo ku zêdetir raman û felsefeya Rêbertî li cîhanê tevda belav bikin tekoşîna bê navber didin meşandin."