Hevala koxuşê ya Sakîne Cansiz: Birînên min baş dikir

  • 09:07 23 Çile 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Mevlude Acar ya hevala koxuşê ya Sakîne Cansiz bû tevli konferansa TJA’yê bibû diyar kir ku têkoşîna jinê ji duh heta îro gelek pêş ketiye û ji bo Sakîneyê jî wiha got: “Min gelek dixwest ku li vê salonê be, bi van jinên xurt re bin, ji her kesî re bikene û ji wê kursiyê dakeve.”
 
Hevala koxuşê ya Sakîne Cansiz, Meclude Acar ku tevli konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî" ya di 13-14’ê Çile de pêk hat bû, der barê pêvajoya girtîgehê, Sakîne Cansiz û yekitiya jinan a di konferansê de axivî.
 
Mevlude di 2’yê Nîsana 1994’an de dema 24 salî bû hat binçavkirin û 4 meh û nîvan binçavan de ma, 15’ê Tebaxa 1984’an de derxistin dadgehê.  Mevludeyê wiha got: “Dema derxistim dadgehê gotin tu girtiyî. 4 meh û nîvan îşkence kirin. Fikrên min yên ji bo guhertina pergalê hebûn lê min tu tiştek nekiribû. Ji bo pergalê ev têrî cezakirina min dikir. Tu delîl û tespît tunebû. Çend kes anîn şahid nîşandan. Yekî jî ez nas nekirim. Bi zor pê dan gotin. 4 meh şûnde ez birim girtîgehê. Ewil li Sêwasê mam. Piştre ekîba Mêrdînê hat ez birim. Li qerekolê îfada min girtin. Pişte çavên min girtin ez birim Tugaya Cendermeyan. Heta serê hezîranê îşkece li min kirin. Dest û lingên min gire dan, îşkence kirin.”
 
'Kesî bawer nedikir ez sax vegerim’
 
Mevludeyê daxuyand di serê hezîrana 1985’an de ez birim Girtîgeha Amedê û wiha dirêjî daye: “Li Amedê di bin koxuşa jinan a binçavkirinê de odeyek hebû. Heta 20 hezîranê ez li wir hiştim. Piştre ji nû ve ez lêpirsîn kirim. Piştî ez birim Kurdoglu. Her kes dizane ew der çawaye. Wek Newala Qesaban, kurd, Çemê Cehnemê. Kesên sax diçûn û nedihatin. Dema cara duyem ez birim hevalên jin ligel min bûn. Hemûyan wekê li cenazeyê binêrin li min mêze dikirin. Kesî bawer nedikir ez sax vegerim. Hevala Sakîne got ‘Em li ber xwe bidin, em te nadin. Yên diçin sax nayên’. Ez fikirîm rojiya mirinê nû qediya bû. Çend meh bû. Îşkence nû sekini  bû. Min nexwest carek din îşkence li wir bê destpêkirin kes êşê bikşîne. Min got na ne rast e. Ez çûm, ji 20’ê Hezîranê heta 20’ê Tebaxê her cureyê îşkenceyê li min kirin. Îşkenceya li girtiyên din hatibû kirin bi min didan temaşekirin. Piştre ez dîsa anîm girtîgehê. Min wê demê Sakîne nas kir. 16 sal ceza dan min. Cezayê min ji ber sedemek nizanim daxistin 13 sal û 4 mehan. Piştre li gorî qanûna înfazê divê 8 salan girtî bimama. Lê daket 6 salan. Ez heta 29’ê cotmeha 1988’an de li girtîgeha Amedê ya hejmar 5 mam.”
 
‘Min digot gelo çima çengeya wê xwar e’
 
Mevludeyê der barê pêvajoya bi Sakîneyê re maye wiha vegot: “Dema min nû dît rûyê wê de xwarî hebû. Çengeya wê hinek xwar bû. Esat Oktay bi çengeya wê girtibû û xwar kiribû. Wê demê 2-3 hemşîre li girtîgehê hebûn. Wan bi rêbaza xwe rast kiribûn lê her çiqas rast bikin jî ew xwarbûn mabû. Mirovek pir samîmî bû. Pir xesas û hestiyar bû. Tavîz nedida. Wê demê hewcedariyên me yên sereke nedidan. Min got em van bixwazin wê jî got ‘em ji kesênpergalê vana çima bixwazin.’”
 
‘Em bi salan 4 kes man’
 
 
Mevludeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Sakîneyê pir ji zarokan hez dikir. Sakîneyê ne tenê pirsgirêkên hevalên koxuşê yên gardiyanên jin jî guhdar dikir. Her tim di piştevaniyê de bû. Tecrubeya wê pir zêde bû. Yek ji kesên ku yekem xebatên jin meşandibû. Tercîhên wê ji bo min her tim tecrîhên rast bûn. Pirsgirêkên mirovan guhdar dikir. Çareserî diafirand. Li hember gardiyanên jin jî eleqeder bû. Samîmî bû. Di vî alî de em hemfikr bûn. Min gelek dixwest ku îro li vir bûna. Em 4 kes bi salan li girtîgehê man. Tevî em kêm bûn jî em li dihê ku berxwedan hatibû destpêkirin bûn.”
 
‘Min dixwest ku ji her kesî re bikene û ji kursiyê dakeve’
 
 
Mevludeyê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Piştevaniya jinan birînên min baş kir. Min dixwest ku Sakîne jî şahidiya van deman bike. Min gelek dixwest ku Sakîne jî li vê salonê be, bi evqas jinên xurt re ligel hebûna. Min dixwest ku di vê salonê de ji her kesî re bikene û ji vê kursiyê dakeve. Wê gelek kêfxweş bibûna. Ji ber vê min dixwest ku ew jî îro li vir bûna. Me her tişt da ber çavan û em derketin rê. Ji kesên ku îşkence, zilm û mirin dîtin û îro hatine vir û di wî wêneyî de tenê ez heme…”
 
Mevlude Acar kî ye?
 
Mevlude Acar di 1960’î de li gundê Sogutçuk a Sêwasê tê dinê. Dibistana seretayî di 1970’ê de diqedîne. Di 1974’an de diçe dibistana mamosteyan a keç a Mêrdînê.  Mevlude hewldana guherîna malbat û gundê xwe mezin dike û dikeve têkoşîna guhertina welat û civakê. Di lîseyê de ji şerê navbera Israîl û Fîlîstînê bi bandor dibe û wê demê ferq dike ku kurde lê hatiye asîmîlekirin. Mevlude piştî dibistanê diqedîne li Sêwasê li mala xwe li ser ixbarekê tê girtin. 
 
Piştî ji girtîgehê dertê diçe Stenbolê û di 1998’an de berat dike. Li Stenbolê wek karker dixebite. Di 2015’an de dibe namzeta parlamenteriya Sêwasê ya HDP’ê.