‘Ya rast çi bû?’

  • 09:04 1 Kanûn 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Zanista civakî piştî duyemîn şerê cîhanê ketiye demek nû û krîzekê dijî. Sedema têkçûna pergala Sovyet, îflasa projeya netew dewlet, tasfiyeya mêtîngeriya klasîk ev bû. Tevgera 1968’an di ferqa êşa vê guherînê de ye. Lêgerîna rizgariya ji navenda Ewropa û pozitîfîzmê zêde bûye. Ev lêgerîna heqîqetê gihiştiye astek nû. 
 
Nagîhan Akarsel
 
Ya rast çi bû? Lêgerîna jiyana rast bû? Adorno dibêje ‘Jiyana şaş, rast nayê jiyîn’. Ev tespîtek gelek rast e. Ev felsefeya hebûnê ya J.P. Sratre ku derfetê her kes kirdeya şoreşê ye dide, ye. Deleuze û Felîx Guattarî, dibêjin teşeyê piranî û cudahiyê ye. Foucoult piştî pirtûka Deleuze ya ‘mantika wateyê’ şûnde dibêje ‘ev sedsal wê sedsala Deleuze’ be. Ya ku ew bir vê tespîtê çibû? Eînsteîn ji bo nirxandina ‘wê sedsaala 20’î bi we bê bibîranîn’ dibêje ‘ne bi min bi Freud wê bê bibîranîn’. Di sedasla 20’î de têkoşînek piralî mijara gotinê ye. Duyemîn şerê mezin ê cîhanê, krîzên aborî, rizgariya neteweyî, lêgerîna azadiyê ya jina û her wekî din.
 
Em dikarin di vir de analîza rastiyê bikin. Ya ku rastiyê dike rastî dikare çiqas bersivê bide civakê. Têgehek felsefîk e. Di felsefeyê de têgeha rastiyê, bi têgehên wate û rastiyê di nav hev de ne. Wate rastiyê cîhana derve îfade dike. Rastî bi tena serê xwe ne di kirde ne di nesneyê de cih digire. Têgeha rastiyê wek heqîqet dertê holê. Di navenda nîqaşên heqîqetê de lêgerîna jiyana rast cih digire. Vegotina heqîqetê jî bi felsefe, estetîk û zanistê dikare pêk bê. Wê demê em dikarin xwe bigihînin rêbaza jiyana xweşik. Abdullah Ocalan formula wê wiha pêşkêş dike; “Ji zanistê re rast bifikire, ji hunerê re xweşik bêje, ji exlaq re saxlem bike’. Bi van her sê rêgezan dikare jiyanek xweş bê bidestxistin.”
 
Di feraseta zanista civakî de guherîn
 
Zanista civakî piştî duyemîn şerê cîhanê ketiye demek nû û krîzekê dijî. Sedema têkçûna pergala Sovyet, îflasa projeya netew dewlet, tasfiyeya mêtîngeriya klasîk ev bû. Tevgera 1968’an di ferqa êşa vê guherînê de ye. Lêgerîna rizgariya ji navenda Ewropa û pozitîfîzmê zêde bûye. Ev lêgerîna heqîqetê gihiştiye astek nû. Hiş, kirde, zîhn, zayend, biyanîbûn, desthilatdarî û gelek têgehên din tê lêpirsînikrin. Di serî de femînîzm û zanista civakî lêgerînên nêrîna jinê li hemû qadan xurt dibe. Tevgerên jinan dikevin lêgerînan. Têkoşîna maf û hiqûqê heta astekê hatibe jî tê dîtin ku ev têr nake. Ji 1950’î şûnde lêgerînên hilweşîna ekolojîk, xwezayê jî ji nû ve dest pê dikin. Nakokiyê jinan ên bi pergala serdest re dertên pêş.
 
Di feraseta zanista civakî de êşa guherînên derketine holê herî zêde di vegotina van têgehan de derketine holê. Hewcedariyên civak, dem û cih di plana pêş de ne. Wateya siyasetê jî girêdayê vê diguhere. Siyaset wek qadek cuda tê destgirtin. Girîngiya feraseta siyasetê tê nîqaşkirin. Siyasîbûna civakê tê nîqaşkirin. Herî zêde ev dertê pêş. 
 
Guherîna paradîgmayê
 
Heqîqet rast rast girêdayê rastiyê ye. Tevahiya nirxan an jî paradîgma ku xwe dispêre rastiyê ye. Di destgirtina heqîqetê de cihê rastiyê girîng e. Di 1968’an de guherînek îdeolojîk û sosyolojik mijara gotinê ye. Abdullah Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de sala 1968’an nokteyek girîng a guherînê dinirxîne. I. Wallerstein di pirtûka xwe ya ‘analîza pergalên cîhanê’ de Tevgera Ciwanan a 1968’an dişibîne şoreşa 1848’an. Di şoreşa 1848’an de kirde karker bûn. Li Parîsê karkerên metal, li Berlînê karkerên fabrîkayê pêşengiya şoreşê dikirin. Çavkaniya ku şoreşa 1848’an jê xwedî dibû, Şoreşa Fransayê û sanayiyê bû. 
 
Tevgerên karkeran a 1848’an çawa ku guherîna paradîgmayê îfade dikin, tevgerê ciwanan ên 1968’an jî îfadeya guherînek paradîgmayê ne. Çawa ku piştî 1848’an bi tevgerên sosyalîst, sosyal demokrat re tevgerên rizgariya neteweyî pêş ketin, piştî 1968’an jî tevgerê ekolojîk, çandî û femînîst pêş ketine. Ji bo her du deman jî tişta dertê holê, guherîna paradîgmayê ye. Bi 1968’an re hegemonya îdeolojîk a  çanda modern yekem car tê şikandin. Gelek civak ji bo çand, zayend, etnîk û ol ketine serhildanan.
 
Lêpirsînên çandî, felsefîk û zanistî
 
Di van deman de ligel tevgerên civakî, lêpirsînên çandî, felsefîk û zanistî jî pêş ketine. Tê dîtin ku sosyalîzma reel, tevgerên rizgariya netewî û demokrasiya civakî ji pirsên civakê re nabin bersiv. Van tevgeran terza jiyana kapîtalîzs ji ser xwe navêtine. Li dijî kapîtalîzmê nefretek pêş dikeve, li dijî van tevgeran jî bêbaweriyek pêş dikeve. Têgehên wek hiş û kirde, zanist, zayend, desthilatdarî tên lêpirsînikrin. 
 
Li aliyê din jî li cîhanê rîska bêhêvîtî û bêçareseriyê mirovan ber bi lêgerînên nû ve dibe. Şerê Vîetnamê û cîhan li du aliyan veqetîn, ciwanên DYA’yê çanda li wan hat ferzkirin red kir. Ev ciwanên li dijî şer bûn çanda Hîppy ava kirin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘azadiya jinê’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 23’yemîn a mijara dosyaya ‘nîqaşên ciwanan’ a Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.